Li Qibrisê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dewam dikin
Li Qibrisê çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dewam dikin.
Li Qibrisê çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dewam dikin.
Li Qibrisê gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, akademîsyen, parlementer, rojnamevan û hiqûqnas bi daxuyaniyan piştgiryên xwe ji bo pêngavê diyar dikin. Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê jî bênavber xebatên xwe yên ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” didomîne.
Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê Ergun Gul û Gulîstan Akşahîn der barê xebatên xwe agahî dan û wiha gotin: “Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe xebatên xwe bidomînin.”
Hevserokan diyar kirin ku ew di pêvajoya pêngavê de bi gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, akademîsyen, rojnamevan û parlementeran re li hev civiyane û dosyayên derbarê tecrîdê de dane û wiha berdewamkirin: “Ji xeynî çalakiyên me yên ji derve, me her roj serdana malan kir. Di her malê ku em çûn de, me qala qazadiya Rêber Apo kir û diyar kir ku di şexsê wî de çawa li ser gel êrîşên qirkirinê tên pêkanîn. Di encama van serdanan de me li Qibrisê civîneke berfireh a gel hat lidarxistin. Di civînên gel de me dît ku tehamula gel êdî ji sîstema Îmraliyê re namaye. Gelê me bi nirxandinên xwe hêrs û bertekên xwe anîn ziman û bi awayekî eşkere diyar kirin ku ew jiyaneke bêyî Rêber Ocalan qebûl nekin. Di heman demê de îro li Nîcosîayê li nêzî 500 malan danezanên têkîldarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatin belavkirin. Ev xebat destpêkê li bajarê Lefkoşa a Qibrisê destpê kir, lê em ê danezanên têkîldarî pêngavê li her bajar, kolan û avahiyên Qibrisê belav bikin.”
Di dawiyê de hevserokan dan zanîn ku xebatên pêngavê wê êdî bi konferans, panel û semînerên li ser felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam bikin.