Li rojnamevan Berîvan Altan êşkenceya 'serîtewandinê' hate kirin

Yek ji 11 rojnamevanên ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin rojnamevan Berîvan Altan bi rêya parêzerên xwe got, polîsan jê re gotiye "Em ê serê te bitewînin, zor û zehmetiyê dernexîne."

Di serdegirtina dijî medya Kurd de 25'ê Cotmehê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin.

Qedexeya ku dozgeriyê ji bo hevdîtina bi parêzeran re danîbû ser nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS'ê yên hatin destgîrkirin, bi dawî bû.

Parêzeran hevdîtin bi rojnamevanan re kirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê têne girtin.

Berîvan Altan di hevdîtina bi parêzeran re spasiya her kesî kir ku piştgiriya wan kir.

Altan diyar kir ku di serdegirtinê de destên wê ji pişt ve hatine girêdan û êşkence lê hatiye kirin.

Altan diyar kir ku polîsan kêliya destgîrkirinê plan kiribûn û li ber derî demeke dirêj ew hiştin û ji polîsan êlek hate anîn.

Altan diyar kir ku polîsan jê re gotiye, "Em ê serê te bitewînin, zor û zehmetiyê dernexîne" û anî ziman ku wê ev yek qebûl nekir, lewma jî bi zorê hewl dan serê wê bitewînin.

Altan ragihand ku dema ew birin emniyetê, telefon ji polîsan re hat û ji wan xwestin ku dîmen bişînin.