Li Romayê tecrîd hate protestokirin

Li paytexta Îtalya Romayê tecrîda giran a li dijî Ocalan ji aliyê komeke Kurdistaniyan ve bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Komeke Kurdistanî bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê çalakiyek pêk anîn.

Çalakî li Qada Flamîno pêk hat û be navber dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku komploya navnetewî bi giranî dewam dike û raya giştî ya bi hestiyar di vê mijarê de bikeve nava hewldanan.