Li Silûk û Ezazê teqîn, li Til Temirê êrişa bi topan

Li navçeya Silûkê ya Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li nêzî firinekê teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku ji ber tqeînê mirî û birîndar hene. Li Ezaz a dagirkirî jî teqînek pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li navçeya Silûkê ya dagirkirî, li nêzî firinê teqînek pêk hat.

Hate ragihandin ku ji ber teqînê mirî birîndar hene, lê agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

Dagirkeran her wiha gundê Qasimiyê yê Til Temirê bombardûman kirin. Der barê êrişê de agahiyên berfireh bi dest neketin.

Teqîneke din jî li Ezazê pêk hat ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.