Li Stenbol, Edene û Mêrsînê çalakiyên li dijî bikaranîn çekên kîmyewî

Li Stenbol, Edene û Mêrsînê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî li Stenbol, Edene û Mêrsînê bi meşan hatin protestokirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku kesên bêdeng dimînin jî hevkarên sûc in.

STENBOL

Di vê çarçoveyê de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Lêkolînên Kurdî û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Rêya Meşê ya Şîrînevler a Stenbolê bi dirûşma “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê e” meşek li dar xist.

Beriya daxuyaniyê, polîsan bi wesayîtên zirxî Qada Şîrînevler û Cehdeya Rêya Meşê girtin. Bi sedan kes tev li çalakiyê bûn û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û malbatên girtiyan jî piştevanî da çalakiyê.

BI DIRÛŞMAN LI BER XWE DAN

Girse, ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema rojnamegeran dixwest dîmenan bikişînin, ji hêla polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin. Piştre jî polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kes binçavkirin. Di dema êrîş û destgîrkirinê de çalakvanan dirûşmên “Kesên hatine qetilkirin serhildana me ne” û “Bimre faşîzm” berz kirin. Dema polîsan hewl dida çalakvanan destgîr bikin, welatiyên li derdorê bertek nîşan dan û li ser vê yekê hatin berdan.

MEŞA BI ÇEPIKAN

Girseya ku li Kolana Onur hat ba hev, meşek li dar xist û bikaranîna çekên kîmyewî bi çepikan protesto kirin. Girseyê bi gotin; “Komara Tirkiyeyê di şerê xwe yê li Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Em jî dixwazi li dijî vê dengê xwe bilind bikin û bi meşa xwe protesto bikin. Binpêkirina hiqûqa şer e û divê raya giştî û civak berteka xwe nîşan bide.” Girseyê di dema meşê de dirûşmên “Çekên kîmyewî sûc e, nebe şirîkê sûc”, “Na ji bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê”, “Na ji şer re” û “Bimre AKP û hevkarê wê PDK” berz kirin.  

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû li ser Cehdeya Rêya Meşê daxuyanî da û got ku çekên kîmyewî hatine qedexekirin û divê dewleta tirk dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde.

EDENE

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenizê (AYKAYDER) li ber avahiya HDP’a Yuregîrê daxuyanî dan û êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, li hemberî vî sûcî bêdeng nemînin!” hat vekirin.

Rêveberê AYKAYDER’ê Amîl Çelîk ê di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Bikaranîna kîmyasalê li dijî peymana Cenevrê ye, sûcekî şer e û sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye.” Çelîk, xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî demildest bê lêkolînkirin û wiha berdewam kir: “Di encamê de bikaranîna çekên kîmyewî ku encama polîtîkayên şerê qirêj ê bi salan e, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. Em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî jî Meclisa Tirkiyeyê dikin ku wezîfeya xwe bikin. Ev hemû êş û rondik ji israra dewletê ya di polîtîkaya bêçareseriyê de derdikeve holê. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane yên demokratîk û vekirina rêya diyalogê wê li xêra hemû gelên Tirkiyeyê be.”

MÊRSÎN

Endam û rêveberên HDK, TJA, HDP, DBP, Çukurova TUAY-DER, AKAY-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê li Parka Ozgur Çocûkê kom bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê polîsan qedexeya walitiyê pêşkeşî wan kir diyar kir ku mafê xwe yê kombûnê bi kar tînin û got: “Axaftina we ji bo pêşîgirtina li mafên me yên destûra bingehîn gefek e. Hûn girseyan provoke dikin. Em vê êrîşa kîmyewî jî şermezar dikin.”

Girse pişt re ji Parka Ozgur Çocûkê heta avahiya HDP’a Mersînê meşiya. Girsê di meşê de li gel tîlîlî û çepikan dirûşmeyên “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana zindanan”  û “Em dê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin.