Li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de 3 ciwan hatin binçavkirin
3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ji aliyê polîsên Tirk ve di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ji aliyê polîsên Tirk ve di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê binçav kirin. Ji ciwanan re qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan hate dayîn.
Hate zanîn ku endamên Meclîsa Ciwanan li Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê ya li Fatîhê tên ragirtin û hate diyarkirin ku wê hejmara binçavkirinan zêde bibe.