Li eywana bibîranînê wêneyên gerîlayên ku şehîd bûne Çekdar Kerboranî (Kazim Çelebî), Dijwar Zerdeşt (Abdullah Salman), Kerem Huseyîn (Hesen Îmam) û Nûdem Penaber (Nûdem Tûrgût) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û li pêş wan mûm hatin vêxistin.
Piştî sînevîzyona li ser şehîdan serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhallî axivî. Tûrhallî diyar kir ku Hz. Mihemed gotiye çi kesên ku ji bo ax û welatê xwe şer dikin, ew şehîd in. Tûrhallî got ku, “Îro êrîşên giran li ser Kurdan hene. Gelê Kurd li hemberî êrîşên çandî, siyasî û civakî li ber xwe didin. Ji ber vê jî canê xwe didin û gelê Kurd ên ku xwe diparêzin jî şehîd in. Zarokên me li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Ev tişt gelekî girîng e. Ji ber vê jî yên ku di vê têkoşînê de canê xwe didin, şehîd in.”
BI BIRYARDARÎ TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA BÛ
Birayê Şehîd Dijwar Zerdeşt, Ferît jî got ku “Gelekî baweriya xwe bi dozê dianî. Bi awayekî biryardar tevlî refên gerîlayan bû. Bila serê Rêber Apo û yê gelê Kurd sax be. Em ê li gorî bîranîna wan bijîn û em ê têkoşîna xwe kûrtir bikin.”
Di çalakiyê de gelek caran sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.