Li Sydneyê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li Qada Town Hollê hate lidarxistin.

Hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Gulfer Olan û berdevkê Geen Left Weekly Peter Boyle axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku li hemberî qetilkirina sivîlan a bi destê dewleta Tirkiyeyê, hikumeta Iraqê bêdeng e û ev bêdengî nayê qebûlkirin.

Li ser navê Federasyona Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk Îsmet Taştan axivî. Taştan nerazîbûn nîşanî hikumeta Hewlêrê û PDK’ê da û got ku “Helwesta PDK’ê xisarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê. Divê dev ji tifaqa bi dewleta Tirk berde. Niha li hemberî gelê Kurd îxanetê dike. Wê gelê Kurd vê xeta îxanetkar derxîne holê.”

Çalakî bi sloganan bi dawî bû.