Li Tarsûsê 2 girtî sirgunî Kayseriyê hatin kirin

Şehrîban û Hasan Tûnç ên hevjînên hev ku li Tarsûsê ne, sirgunî Girtîgeha Kayseriyê hatin kirin.

Hevjînên hev Şehrîban û Hasan Tûnç ên piştî ku 4 leşker di şerê 16’ê Tebaxê  li Semsûrê de hatibûn kuştin, hatin girtin piştî Girtîgeha Semsûrê, sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsûsê hatibûn kirin.

Diyar bû Şehrîban û Hasan Tûnç  beriya rojekê bêyî ku hincetek were nîşandan sirgunî Girtîgeha Kayseriyê hatine kirin.

Zarokên Şehrîban û Hasan Tûnç mexdur bûn û li Semsûrê man.