Li Viyana DYA hate protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyekê biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê hate protestokirin.

Kurdên ku li Viyanayê dijîn ji roja Pêncşemê û vir ve di nava çalakiyan de ne. Kurdistaniyên ku li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê hatin ba hev, biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan protestokirin.

Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê her sê rêveberan li xwe digire hate vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan û alên PKK’ê hatin bilindkirin.