Li Xarpêtê erdhej pêk hat

Li Bakurê Kurdistanê Xarpêtê bi himeta 4.9'an erdhejek pêk hat.

Li gorî AFAD'ê li navçeya Sivrîce ya Xarpêtê saet 10.02'an li kûrahiya 7 kîlometreyê erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê ti kesek nemiriye.

Erdhej li Dîlok, Meletî, Amed, Erzerom û Rihayê jî hatiye hîskirin.

Çavdêrxanya Kandilî got himeta erdhejê 5.1 e û li 3,8 kîlometre li kûrahiyê çêbûye.

Bi erdhejê re şêniyên bajêr xwe berdan kuçeyan.