'Lihevkirina bajaran ne tenê modela hilbijartinê ye'
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Mûrad Mihçi anî ziman ku lihevkirina bajaran wê ne tenê weke modela pêvajoya hilbijartinê bimîne û got: “Ji bo demê pêş jî wê bibe modela rêxistinkirinê.“
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Mûrad Mihçi anî ziman ku lihevkirina bajaran wê ne tenê weke modela pêvajoya hilbijartinê bimîne û got: “Ji bo demê pêş jî wê bibe modela rêxistinkirinê.“
Endamê Meclîsa DEM Partiyê û Hevberdevkê Berpirsyarê Karûbarên Koçber û Penaberan Mûrad Mihçi der barê xebatên lihevkirina bajaran û wê li rojavayê Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên herêmî çawa bê meşandin de ji ANF’ê re axivî. Mihçi bal kişand ser xebatên lihevkirina bajaran û got: “Modela lihevkirina bajaran wê piştî pêvajoya hilbijartinên herêmî jî wekî modela rêxistinkirinê berdewam bike. Armanca me ew e ku lihevkirina bajaran piştî pêvajoya hilbijartinên herêmî jî berdewam bikin.”
‘LIHEVKIRIN WEKE PÊWÎSTIYEKÊ DERKET HOLÊ‘
Mûrad Mihçi bi bîr xist ku di civînên gel ên piştî hilbijartinên giştî de rexneya herî zêde ew e ku bi têra xwe guh nedane gel û ji pêvajoyên biryargirtinê hatine dûrxistin. Mihçi anî ziman ku ji bo bersivdayîna vê rexneya mafdar, lêgerîna hem li Kurdistanê û hem jî li bajarên rojava pêwîstî bi modelên hevkariyê heye ku hemû namzed ji aliyê raya giştî ve bên diyarkirin. Mihçi, bi domdarî wiha got: “Bêguman li ser masê û di asta danûstandinên navendî de tifaq dikarin bên kirin, namzed bi awayekî navendî bên diyarkirin, ev jî rêbazek e, lê weke ku me di hilbijartinên giştî de jî dît, dibe ku her tim encamên erênî dernexîne. Helbet ji bilî vê rewşê di windakirina dengan de gelek sedemên din jî hene. Lê du rexneyên ku di civînên gel de li her derê bi israr dihatin gotin hebûn. Du xalên ku herî zêde girseya me jê nerazîbûn ev e bû ku çima guh nayê dayîn gelê herêmê û çima gelê herêmê ji mekanîzmaya biryargirtinê hatine dûrxistin. Lihevkirina bajaran bersiva herî rast a van rexneyên mafdar e. Ev ji bo hilberandina bersivê hate afirandin.”
‘PÊKHATE WÊ LI DORA RÊYA SÊYEM KOM BIBIN‘
Mihçi destnîşan kir ku DEM Partî di serî de li rojavayê Tirkiyeyê cihên ku wê namzetan destnîşan bike, ji bo pêkanîna lihevkirina bajaran dest bi hevdîtinan kiriye û wiha got: “Hin cihên diyar hene ku partî wê namzedan destnîşan dike û wê ewilî ji vir dest pê bike. Piştre wê li her derê rojavayê Tirkiyeyê bi modela lihevkirina bajaran xebatên xwe didomîne. Lihevkirina bajaran wê bibe xwedî pêkhateyeke ku rêya sêyemîn biparêze û hemû dînamîkên herêmî, nûnerên siyasî, ode û sendîkayan, jin, ciwan, bawerî, yên azadî û demokrasiyê diparêzin, têkoşîna nasnameyê dimeşînin tê de cih bigirin. Pergalek lihevkirinê wê were avakirin. Hevalên me li cihên ku partiya me wê namzet nîşan bidin dest bi hevdîtinan kirin."
Mihçi bi bîr xist ku di hilbijartinê berê de li 4 navçeyên Stenbolê ku zêde deng wergirtine wê namzed diyar bikin û destnîşan kir ku li van navçeyan bi lihevkirineke xurt a bajaran dikarin bi ser bikevin.