MŞD'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxa 2018'an ku bi pêşengiya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî wê li 8 herêmên Elmanyayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bi wesîleya salvegera 4'an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li welatparêzan bi taybetî civaka Êzidî kir ku tevlî çalakiyên protestoyî bibin ku wê bi pêşengiya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî werin lidarxistin.

MŞD'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne û hemû destketiyên Kurdan ji holê rake, bi destê DAÎŞ'ê êrîşî civaka Kurd kiriye û êrîşa 3'ê Tebaxa 2018'an jî yek ji van e.

MŞD'ê da xuyakirin ku tiştên DAÎŞ'ê nekarî temam bike, niha faşîzma AKP'ê bi xwe dixwaze temam bike û destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya PDK'ê beşekji plana rejîma Tirk e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku PDK taşeronê AKP'ê ye û xizmetê ji gelê Kurd re nake.

MŞD'ê êrîşên li ser Efrînê, Bradostê, Bakurê Kurdistanê û yên li ser Şengalê bi bîr xist û bang li gelê Kurd, bi taybetî civaka Êzidî kir ku roja 3'ê Tebaxê beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.

MŞD'ê diyar kir ku çalakî ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ve tên organîzekirin û got, "Divê kesek li mala xwe nemîne. Azadiya Bradostê, azadiya Efrînê û Bakurê Kurdistanê azadiya Şengalê ye."