Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo Duşemê biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên li gel Ocalan dimînin jî bi rêya parêzeran ji bo pêkanîna hevdîtinê serî li heman serdozgeriyê dan.