Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xweha Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan ji bo karibin xizmên xwe bibînin.

SERLÊDAN HATE REDKIRIN

Parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Mûharrem Şahîn duh cara 766'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, lê belê serlêdana wan hate redkirin.