Malbatên Pirsûsê: Dadgehê, çima komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê nedît?

Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 87'emîn a Komkujiya Pirsûsê de bertek nîşanê biryara dadgehê ya “Komkujiya Pirsûsê, ne sûcekê li dijî mirovahiyê ye“ da.

Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 87'emîn a Komkujiya Pirsûsê de li Kolana Halîtaga ya Kadikoy a Stenbolê li hev kom bûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di nobetê de, wenêyên 33 qûrbaniyê Komkujiya Pirsûsê hatin hildan û pankarta li ser “Bila dilê me ji bo edaletê lê bide“ nivisandî hat vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Soner Çîçekê yê ji komkujiyê bi birîndarî filitî ve hat xwendin. Çîçek, bi bibîranîna 41 karkerên di kana komirê ya TTK’ê ya Amasra ya Bartinê de hatin qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Têkildarê Îlham Bali, agahiyên bi nakokî tên dayîn. Midûriyeta Tendirustiyê ya Rihayê, bi nivîsa fermî ku ji bo dosyeyê şandibû, gotibû ku ew li Nexweşxaneya Cîhanbeylî ya Konyayê tê derman kirin. Midûriyeta Tendirustiyê ya Konyayê jî bi nivîseke fermî got ku Îlham Bali li wir nayê dermankirin. Ji van her du belgeyên fermî ku tev li dosyeyê hatine kirin, kîjan rast e? Şandeya dadgehê têkildarê van her du agahiyan çima biryarekê nade?“

Çîçek, bertek nîşanê biryara “Nabe ku Komkujiya Pirsûsê, wek sûcekê li dijî mirovahiyê bê dîtin“ da û ev pirs kir: “Komkujiya rêxistineke ku ewqas komkujî kirine, çima wek sûcekê li dijî mirovahiyê nayê dîtin?“

Çîçek, xwest ku komkujî, wek sûcekê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û got: “Em daxwaza edaletê dikin, dixwazin ku berpirs ji karê xwe bên kirin û bên darizandin.“

Piştî daxuyaniyê, ji bo protestokirina komkujiyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.