Li Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girankirî dewam dike. Gelê Kurd li bendê ye ku agahiyek ji Îmraliyê were. Piştî greva birçîbûnê ya li girtîgehan destpê kirî, li gelek bajaran Nobetên Edaletê jî didomin. Bi taybetî jin û ciwan ji bo bi dawîbûna tecrîdê bang dikin. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî qala tecrîdê kirin û banga rêxistinbûnê kirin.
‘RÊYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
Endama Meclîsa Ciwanan û xwendekara zanîngehê Sozdar Aydin diyar kir ku tecrîd îro li dijî hemû civakê û bi taybetî jî li dijî gelan tê meşandin, ciwan di bin zexteke zêde de ne. Sozdar ragihand ku divê di serî de ciwan her beşekî civakê li dijî tecrîdê li ber xwe bide û got: “Eger îro tecrîd bi dawî nebe, aştî li ser vê xakê pêk nayê. Rêya aştî û edaletê li Îmraliyê ye. Li herêmê li dijî ciwanan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Weke ciwan em dixwazin li dijî vê tarîtiyê, derkevin ronahiyê. Ji bo em ji vê zextê rizgar bibin, divê tecrîd bi dawî bibe û li Îmraliyê hevdîtin pêk bên.
Îro em dikarin bi têkoşîn û berxwedaneke hevpar tecrîdê bişikînin. Divê daxwaza aştiyê ya dayikan were bihîstin. Îro her aliyê Kurdistanê di bin tecrîdê de ye. Divê em destûra vê yekê nedin. Em ji hemû girtiyan re azadiyê dixwazin. Ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin. Ji bo xaka xwe azadiyê dixwazin.”
‘CIWAN JI PAŞEROJ Û PÊŞEROJA XWE TÊN QUTKIRIN’
Endamê Meclîsê û xwendekarê Fakulteya Hiqûqê Bager Merwan destnîşan kir ku tecrîd sûc e û wiha got: “Weke ciwan em vê tecrîdê qebûl nakin û divê em li dijî wê xwe rêxistin bikin. Divê ti kes çavê xwe li ber vê bêhiqûqiyê negire. Ciwan bi hişberê tên hîpnozkirin û ji civakê tên qutkiri. Ciwan bi bişaftinê ji çanda xwe, paşeroj û pêşeroja xwe tên qutkirin. Li dijî vê ji bilî rêxistinbûnê ti rêyeke me ya din tune ye. Divê em li dijî tecrîd û polîtîkayên şerê taybet hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û deng derxînin. Divê em bibin dengê girtiyên ku li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine.”