Medet Serhat li ser gora xwe hate bibîranîn

Parêzer Medet Serhat hate bibîranîn ê ku sala 1994’an li Stenbolê di êrîşa çekdarî hatibû kuştin.

Yek ji endamên avaker a Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) Parêzer Medet Serhat di 24’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya Stenbolê hate bîbîranîn.

Merasîm bi beşdarbûna malbat û gelek parêzeran li ser gora Serhat a li Goristana Zîncîrlîkûyûyê pêk hat.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştî xwendina diayan û danîna gulan li ser gorê merasîm bi dawî bû.