Medico International dest bi projeya 'malên hêviyê' kir
Saziya mafên mirovan Medico International ku navenda wê li Elmanyayê ye, ji bo Kurdên mexdûr ên li Tirkiyeyê dest bi projeyeke bi navê 'malên hêviyê' kir.
Saziya mafên mirovan Medico International ku navenda wê li Elmanyayê ye, ji bo Kurdên mexdûr ên li Tirkiyeyê dest bi projeyeke bi navê 'malên hêviyê' kir.
Saziya mafên mirovan a navneteweyî Medico International, ji bo destekirina mexdûrên şer ên li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin dimînin, dest bi projeyekê kir. Di çarçoveya projeyê de , ji bo mirovên ku malên wan hatine xerakirin û tevî vê yekê jî cih û warê xwe neterikandine wê destpêkê ji 1000 malbatî re xanî bên lêkirin.
Gelek zanyar, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û hunermendên li Elmanyayê destekê didin projeyê. Medico International li ser projeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi hewldana hevpar re mirovan li ser erdê xwe dest bi lêkirina xaniyan kirine. Medico ragihand, alavên ji bo lêkirina xanî wan ji herêmê re şandine û wiha dewam kir: "Tevî hebûna saziyên ewlekariyê yên Tirk û hewldanên çavtirsandinê jî hîmên xaniyan tên danîn û dîwar tên lêkirin."
'TIŞTÊN BI SERÊ KURDAN HATINE ANÎN DIVÊ NEYÊN JIBÎRKIRIN'
Medico International bal kişand ser girîngiya fêhmkirina bi sed hezaran Kurdên ji ber zext û zora dewleta Tirk koçî cihên cuda kirine û bi bîr xist ku zêdeyî 500.000 mirov di şerê çend salên dawî de bê cih û war mane. Di daxuyaniya Medico de ev bang hate kirin:
"Piraniya mirovên bê mal hatine hiştin, ne cara yekê ye ku tiştekî bi vî rengî tê serê wan. Di destpêka salên 1990'î de jî gundên wan hatibûn şewitandin û ev mirov neçar mabûn koçî bajaran bikin. Xisara leşkerî yên heyî bûn sedem ku ev mirov piştî 25 salan ji nû ve koç bikin. Rîsk, tirs û fikarên wê wextê tên dubarekirin."
Kesên ku destek dan bang Medico gotin, divê piştgirî ji projeya ji nû ve avakirinê were dayin û destnîşan kirin ku daxwaza çêkirina xaniyên nû, nîşaneya daxwaza Kurdan a jiyana li Tirkiyeyeke demokratîk û mafê mayina li welatê xwe.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek jî, mîna projeya çêkirina xaniyên hêviyê, bi hewldanek hevpar, bi naskirina pirrengiya olî û etnîkî ya li nava civakê, bi qebûlkirina cihêrengiyê û parastina azadî û wekheviya her kesî dibe. Ji bo projeyeke bi vî rengî bi cih were anîn, divê destek ji mexdûrên li Tirkiyeyê û cihên din re bê dayin."