Milîsên HBDH’ê li firoşkarên tiryakê xistin
Milîsên Hasan Ferîd Gedîk ên HBDH'ê ragihand ku li Karşiyaka ya Îzmîrê li dijî firoşkarên tiryakê bi bombeyê çalakiyek li dar xistine.
Milîsên Hasan Ferîd Gedîk ên HBDH'ê ragihand ku li Karşiyaka ya Îzmîrê li dijî firoşkarên tiryakê bi bombeyê çalakiyek li dar xistine.
Milîsên Hasan Ferîd Gedîk ên HBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Em ê rê nedin firoşkarên tiryakê ciwanên me bixin xefikê û gelê me qirêj bikin. Em ê tu carî nahêlin ev hêmanên xirab çavên xwe vekin!”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Me nehişt ku çeteyên tiryakê ciwanên me li Karşiyakayê ya Îzmîr bixin xefikê. Me li cihê wan xist.
Yek ji zilamên çeteyên tiryakê Denîz Camgoz ê bi navê Necatî, bû hedefa milîsên me. Em Milîsên Hasan Ferît Gedîk a HBDH’ê, 14’ê Cotmehê saet di 23.00’an de me li Taxa Ornekkoy a Karşiyakayê li dijî cihê tiryakê yê vê hêmana qirêj bi bombeyên çandî çalakî pêk anî.
Em ê ti carî rê nedin firoşkarên tiryakê ciwan û gelê me yê kedkar jehrî bikin!
Divê ciwan ji bo pêşeroja xwe, li dijî êrîşên hovane yên qirêj derkevin û tevlî milîsên HBDH’ê bibin.”