MKP: Geşkirina berxwedana gerîla, peywira şoreşgerî ye
MKP li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da û got: “Geşkirina berxwedana ku gerîla bi îradeyek mezin didomîne, peywira şoreşgerî ye.”
MKP li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da û got: “Geşkirina berxwedana ku gerîla bi îradeyek mezin didomîne, peywira şoreşgerî ye.”
Komîteya Navenda Partiya Komunîst Maoîst (MKP) di derbarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gerîlayên PKK-HPG’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst di 17’ê Nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin, berxwedanek dîrokî raber dike. Dewleta Tirk a faşîst a ku ji roja avabûna xwe heta niha, li dijî netewa Kurd êrîşên tunekirinê û komkujiyan pêk tîne, îro jî bi heman kodên avabûna xwe ji bo tasfiyekirina destkeftiyên netewa Kurd û hêzên ji bo destkeftiyên nû têdikoşin, şerekê ji berê hîn hovtir û namertir, bi rêve dibe.”
‘DIVÊ HER QAD BIBE ÇEPERÊN GERÎLA’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
“Dewlet bi hemû derfetên xwe vê şerî didomîne û di vî şerî de topên ku bikartîne, balafirên şer, balafirên bêmirov û biçek û bi piştgiriya emperyalîst û hevkariya NATO û PDK’ê têra xwe hene. Lewma weke her demê serî li çekên kîmyewî dide. Bikaranîna çekên kîmyewî ku HPG’ê bi mehan bi daxuyaniyan aniye ziman, bi dîmenên dawî yên hatin weşandin carek din bi raya giştî re hat parvekirin û êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi awayek eşkere bi rêve dibe, bi zelalî hat îspatkirin.
Geşkirina berxwedana ku gerîla îro li Başûrê Kurdistanê-Herêmên Parastinê yên Medyayê bi îradeyek mezin didomîne, li wê têkoşînê berxwedan zêdekirin û bûyîna berxwedêr, peywira şoreşgerî ye. Ji bo em vê peywirê pêk bînin, divê em li her qadê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşînê geş bikin.
Divê gelên me yên kedkar û hatin çewisandin, xwedî li netewa Kurd-berxwedana gerîla ya bi maf û rewa derbikeve, li dijî faşîzmê têkoşîna yekgirtî li her qadê bê geşkirin û her qad bibe çeperên gerîla. Ji bo rizgariya netewa Kurd û hemû gelên kedkar û hatin çewisandin, em têkoşîna ji bo hilweşandina dewleta faşîst geş bikin.”