Tevî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzî 3 sal in têkildarî tenduristiya wî agahî nehatiye wergirtin. Her wiha ji çar aliyên cîhanê bi daxuyaniyan piştgirî ji pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' tê dayin.
Di vê çarçoveyê de Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê Fîras Qesas, Şêwirmendê Wezîrê Geşepêdanê yê Misrê yê berê Sebrî El-Gendî û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyê ji Suweydayê Acer El Welî, piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê re anîn ziman.
Fîras Qesas bal kişand ser berga pêncan a pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" û got:" Abdulah Ocalan guh dide azadiyê bi hemû wateya xwe. Abdulah Ocalan yek ji xurtirîn kesên ku li azadiyê dinêre û digere."
Her wiha zêde kir: "Ocalan rizgariya Kurd bi rizgariya hemû civakên ku pê re hevpar in girê dide. Ocalan yê ku yekem kesayeteke ku konfederaliya demokratîk di dîrokê de ava kiriye, lê îro di navbera çar dîwarên dewleta Tirk de ye. Em weke gelên ku Abdullah Ocalan ji me hez kiriye û ji bo doza me temenê xwe feda kiriye, divê em têkoşîn û berxwedanê bikin. Hebûna Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd girîng e, ji bo hemû civakên Ereb, Fars û Tirk jî xwedî rol e. Modela serketî ya ku Abdullah Ocalan ji bo rêveberiya xweser û civaka komînal a ekolojîk pêşkêş kiriye, hêviyeke mezine ji bo hemû civakane."
'RÊZ Û AZADÎ JI BO TÊKOŞER Û RÊBERÊ MEZIN ABDULLAH OCALAN'
Şêwirmendê Wezîrê Geşepêdanê yê berê yê Misrê Sebrî El-Gendî jî piştgiriya xwe ji bo pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan diyar kir û got: "Ez şad im ku beşdarî pêngava navdewletî bûm e ku armanca wê azadkirina Abdullah Ocalan e."
El Gendî destnîşan kir ku dem dema azadiya Abdullah Ocalan e û got," Doza Kurdî tenê bi fikra Abdullah Ocalan wê çareser bibe. 24 sal in li zindanê doza azadiyê dike. Em jî pê re daxwaza azadiyê dikin."
Çalakvanê Siyasî yê Sûriyeyê ji Suweydayê Aysar El Welî jî got, "Eger em hemû hêza cîhanê bi dest bixin, em êrîşî tu kesî nakin û eger hemû hêzên cîhanê êrîşî me bikin, em teslîm nabin, ji ber ku çek ne alaveke ji têkoşîn û rizgariya neteweyî ye. Dibe ku têkoşîn felsefî û rizgariya derûnî be, heta ku dilopeke xwîn hebe em ê heta dawî li ber xwe bidin. Ez ê heta dawiyê ji bo wî gelî li Rojhilata Navîn ku gelê Kurd parçeyeke mezin jê digire, têbikoşim."
Her wiha got: "Belê, ji bo vegerandina vê sembola têkoşer a bedenî, her wiha ji bo dîtina çareyên dûrî zordestî, dîktatorî û keyfî ji bo Rojhilata Navîn yên ku ji aliyê hin rejîman ve ji bo talankirina îradeya gel tê şopandin; Azadî ji Abdullah Ocalan re."