MPKE xelata rûmetê da Ertûgrûl Kurkçu
Meclîsa Parlemeter a Konseya Ewropa (MPKE) xelata rûmetê da Ertûgrûl Kurkçu.
Meclîsa Parlemeter a Konseya Ewropa (MPKE) xelata rûmetê da Ertûgrûl Kurkçu.
Li ser pêşniyara Koma Çep Yekbûya Ewropa ya MPKE’yê buroya MPKE’yê sertîfîkaya xelata rûmetê da Kurkçu. Xelata rûmetê şeva Duşemê bi merasîmekê da Kurkçu.
Kurkçu ê sala 2011’an de ji bo parlemeteriya BDP’ê hate hilbijartin û piştre ji bo nûnertiya HDP’ê ji bo xebatên civakî yên li MPKE’yê û endamê komîsyona tendirûstî û avakirinê, li ser navê Koma Çep weke alîkarê serok li desteya giştî axaftin kir, rapor amade kir, bi gotinî û nivîskî pêşnûme da. Hemû hewldanên Kurkçu û sûdên li ser rêgezên Konseya Ewropa hatiye li ber çav girtin û hêjayî xelata rûmetê hatiye dîtin.
Sertifîkaya rûmetê ji aliyê seroka Sosyalîst a Swîsreyî Lîlîane Maûry-Pasqûîer ve hate dayîn.
Maûry-Pasqûîer, bal kişand ser xebat û hewldanên Kurkçu ya di bin sêwana MPKE’yê de.
Kurkçu di merasîmê de axivî û ev tişt got: “Xelata rûmetê ya vê meclîsa bi rûmet a ku di koka xwe ji bo demokrasî, şoreş û têkoşîna li dijî faşîzmê dike ya ji bo min rûmet e.”
Axaftina Kurkçu ji aliyê 60 parlemeter û dîplomatan ve ku di merasîmê de amadebûn bi çepikan hate pêşwazîkirin.