Nacî Bilîcî yê AKP’î di operasyona tiryakê de hat girtin
Li Wanê di operasyona tiryakê de Serokê AKP'ê yê navçeya Geverê Nacî Bîlîcî hat girtin.
Li Wanê di operasyona tiryakê de Serokê AKP'ê yê navçeya Geverê Nacî Bîlîcî hat girtin.
Nacî Bîlîcî bi îdiaya jina ku xwestibû di şaredariya qeyûm a navçeya Gever a Colemêrgê de bixebite tacîz kiribû hatibû rojevê û di navbera salên 2017 û 219'an de bû Serokê AKP'ê yê Geverê. Niha jî li Wanê di operasyoneke qaçaxçitiya tiryakê de hat girtin.
Polîsan bi ser mala Bîlîcî ya li Wanê de girtin û ew binçav kirin. Bîlîcî piştî îfadeyê ji hêla dadgeha nobedar ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
Bîlîcî wêneyên bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re kişandiye li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kiribû.