Naîf Guneş ê HEP’î jiyana xwe ji dest da
Parlamenterê berê yê HEP’ê Naîf Guneş jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê berê yê HEP’ê Naîf Guneş jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Sêrtê Naîf Guneş (67) ku di 14’ê tîrmeha 1993’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate girtin serê vê sibê li Nexweşxaneya Gozdeyê ya Kûşadasi ya Aydinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guneş dê li gundê Beykent ê girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê were veşartin. Hat ezanîn ku dê cenazeyê Guneş sibê saet di 13.00’an de ji Balafirgeha Êlihê bibin Sêrtê.
Biraziyê Guneş, Yildirim Guneş da zanîn ku apê wî nexweşê şekirê bû û 3 salên dawî nedikarî bi rê ve biçe. Guneş, diyar kir ku beriya 3 hefteyan ji ber apê wî nekarî bêhnê bistîne rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lezgîn dihate dermankirin.