Nameyên ku girtiyan ji rewşenbîr û Meclîsê re şandin, hatin desteserkirin

Girtiyên di greva birçîbûnê de li dijî tecrîdê ji rewşenbîr, hunermend û Meclîsê re name şandin, lê ev name hatin desteserkirin.

Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Kalkan, da zanîn ku greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin didome. Kalkan, diyar kir ku nameyên girtiyên di çalakiyê de yên ji bo hunermend, rewşenbîr û Meclîsê hatine şandin hatine desteserkirin. Kalkan, diyar kir ku di nav de Mûrathan Mungan û Sezen Aksu jî, ji hinek hunermendan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê re name şandine lê ev name hatine desteserkirin. Kalkan, wiha got: “Nahêlin dengê me derkeve derve. Dengê me bidin bihîstin.”

Dayika Kalkan, Şerîfe Kalkan têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ne dihêlin nameyên wan derkevin ne jî name ji derve bigihijin ber destê wan. Dixwazin dengê wan asteng bikin. Em vê qebûl nakin. Zarokên me di grevê de ne. Em mafên zarokên xwe diparêzin. Heta ku digihijin armancên xwe dê greva xwe bidomînin. Em dixwazin ev tecrîda li ser zarokên me û girîgehan bê rakirin. Bila mafê wan bidin. Em dixwazin dengê wan li derve bê bihîstin. Li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine lê hêj jî tehliyeyên wan tên taloqkirin, poşmantiyê ferz dikin û cezayê wan dirêj dikin. Em ê li dijî tecrîdê bisekinin. Em ê dengê xwe derxînin û bibin dengê zindanan û zarokên xwe.”