Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin
HDP’yî, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê seferberî îlan kiriye. Gund bi gund namzet bi gel re dicivin.
HDP’yî, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê seferberî îlan kiriye. Gund bi gund namzet bi gel re dicivin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 24’ê Hezîranê bi ruhê seferberiyê xebat dike. Namzetên ku li gund û navçeyan digerin boroyan vedikin û bi gel re dicivin.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bi vekirina buroyan dom dike. Bi tevlîbûna gel û namzetên parlementeriyê yên HDP’ê Mîthat Sancar, Pero Dundar, Tuma Çelîk, Ebrû Gunay, Gulbîn Şahîn Gaghan û Dîaver Înal tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li gundên Durca û Girê Mîra ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bûn.
Di axaftinên vekirina buroyê de hate kirin peyamên bi ruhê berxwedanê hate dayîn.
Piştî vekirina buroyê û şûnde heyeta HDP’ê ji gundê Duruca berê xweda gundê Girê Melî. Heyet bi taybe ji aliyê ciwan û gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Li vir buro ji aliyê dayikên atşiyê ve hate vekirin.
AMED
Xebatên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartinê de bi serdan gund û navçeyan didome. Namzetên ku gel eleqeyek mezin nîşan didin, ber xwe dan gundên li bejahiyan jî. Namzetan berê xwe dan navçeya Sûrê ya ku hatibû hilweşandin û wêrankirin. Serdana esnafan hate kirin.
Ji namzetan Selçûk Mizrakli, li navçeya Peyîzava serdana gel û esnafan kir.
ERXANÎ
Namzeta HDP’ê Remziya Tosûn û Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî xebatên hilbijartinê li navçeya Erxanî yê dom kirin. Tûsûn û Pîr destpêkê berê xwe dan şaredariya Erxanî, piştre jî serdana esnaf û Odeya Sendîkayan, kooperatîfa munubusan, Rojnameya Erxanî û Radyoya Ses kiri. Piştre jî Tosûn û Pîr serdana gel kir û têkildarî ewlekariya sindoqan agahî dan gel.
Ji namzeta Salîha Aydenîz jî li navçeya Rezanê serdana esnafên Yenî Haliyê kir. Esnafan eleqeyek mezin nîşanî Aydenîz û HDP’yiyan kir.
PASÛR
Parlemeterê HDP’ê yê Çewligê û di heman demê de namzetê Amedê Hişyar Ozsoy jî li navçeya Pasûrê xebatên hilbijartinê domand. Ozsoy ê ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin, piştre serdan aesnafên sûkê kir. Ozsoy di serdana xwe de diyar kir ku divê xwedî li sidoqan derbikevin.
ÇINAR
Ji namzetan Semra Guzel a ji aliyê jinan ve li Çinarê bi germî hate pêşwazîkirin. Guzel serdana gundên Şerşopa, Dergul, Birabizin, Kum, Bîrîk, Orteveran Golberan, Gûgus û Gohanê kir. Li vir Semra Guzel axivî bal kişand ser girîngî û wateya dengê bê dayîn.
FAQÎN
Mûsa Farîsoglûllari ê li Farqînê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe, destpêkê buroya hilbijartinê ya partiyê ziyaret kir, li vir bi gel re gotûbêj kir . Farisoglûllari piştre jî serdana dikandar û malan kir, piştre jî ber xwe da gundên Başki, Hawri, Femadaka, Emerka, Delîkanlî, Kemûkê, Hidirşa û Hecîşekira.
SÛR
Namzetê HDP’ê yê ciwan Abdurrahîm Dûrmûş jî li navçeya Sûrê ya ku herî zêde polîtîkayên qirkirin û wêrankirinê lê hate kirin serdana malan kir. Dûrmûş ê serdana malên ku zarokên wan di dema qedexeya derketina deve de jiyana xwe ji dest dabûn û şûnde guh da malbatên ku malên wan hatine hilweşandin.
Ji namzetên HDP’ê Mehemt Temîzyuz jî serdana taxên Eskî Hali û Şehîtlikê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê kir û piştre jî çû serdana gundê Tîlhamê.
EDENE
Yek ji bajarên ku herî zêde namzetên HDP’ê bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin Edene ye. Namzetên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî, Songul Aydin û Eser Çapar li navçeya Çukurova li taxan geriyan, li bazar û semtan esnafan ziyaret kirin. Sever Ûzûn, Edîp Çaçan, Denîz Varol jî li navçeya Seyhanê li taxan geriyan û esnafên bazaran ziyaret kirin û li gel wan sohbet kirin.
Di ziyaretan de welatî û esnafan têkildarî qirîza aborî gilî û gazinên xwe ji namzetên HDP’ê re anîn ziman û gotin ku êdî ew ji vê rewşê bêzar in. Namzetan jî got ku ji bo qirîza aborî ji holê rabe divê her kes dengê xwe bidin HDP’ê da ku AKP di 24’ê Hezîranê de têk biçe.
MÊRSÎN
Li Mêrsîn û navçeyên wê jî xebatên hilbijartinê dewam kirin. Namzetên HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, Fatma Kûrtûlan û Attîla Guney jî li navçeyan geriyan û gel û saziyan ziyaret kirin. Namzetan da zanîn ku ew ê hewl bidin ku welat bînin halê ku her kes dikaribe bijî û behsa ewlhiya hilbijartinê û sindoqan kirin û banga xwedî derketina sindoqan kirin.
ANTALYA
Namzetên HDP’ê yên Antalyayê Kemal Bulbul û Meral Geylanî Guneş jî li taxa Teomanpaşa geriyan û esnafan ziyaret kirin. Namzetan li gilî û gazinên esnafan guhdar kirin. Esnafan got ku qirîza aborî ya xerab bandorek neyînî li ser wan dike.
RIHA
Namzetên HDP’ê yên Rihayê li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî buroya hilbijartinê vekir. Namzet ji aliyê gel ve bi hezkirin û kelecanê ve hatin pêşwazîkirin. Di vekirina buroyê de namzetê HDP’ê Nîmettullah Erdogmûş di vekirina buroyê de axivî û got ku Xelfetî mozaîka gelan e û wê vê mozaîkê veguhezînin hemû Tirkiyeyê
DÎLOK
Namzetên HDP’ê yên Dîlokê Bêrîvan Ozpolat, Mûsa Aydin, Fatma Lebe û Migîn Ceylan jî li taxên navçeyên Şahînbey geriyan û xebatên xwe birêve birin. Namzet li esnaf û bazaran geriyan bi gel re sohbet kirin. Namzetan propaganda hilbijartinê kirin û belavok belav kirin. Zarok û ciwan ji bo bi namzetan re wêneyan bikişînin wekî ku ketin pêşbaziyê. Esnaf û gel eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û soza piştevaniya HDP’ê dan.
ÊLIH
HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî serdana li gundên li Kercews û Hezoyê û şûnde li Kercewsê xebatên vekirina lokala hilbijartinê kirin. Parlemeter Ayşe Acar Başaran û Şûkrû Baytar ên ji bo vekirina lokala hilbijartinê çûn navçeyê bi gel re civiya.
Gel eleqeyek mezin û bi germ namzetên HDP’ê pêşwazî kirin. Li gel dirûşim û gerandina govendê lokala hilbijartinê hate kirin. Piştî vekirina lokalê û şûnde gundên navçeyê hatin ziyaretkirin. Di rê de komeke ciwanên bi motorsiklêt sembolên azaiyê bilind kirin û piştgirî dan konvoya HDP’ê. Piştre jî namzet çûn serdana gundê Taşçiyê.
ÎZMÎR
Xebatên hilbijartinê ya rêxistinê HDP’ê ya bajar bi hemû leza xwe dewam dike. Li vir jî xebatên hilbijartin, vekirina buro, serdana saziyên civaka sivîlî, dîsa serdana esnafan dewam dike.
Namzetê HDP’ê ya ji Herêma 1’ê Nûrettîn Tûrgay û Mervan Sîncar Tobali serdana esnafan kir. Esnafan bi dilgermî namzet pêşwazî kirin. Namzetan anî ziman ku rizgarbûna esnafan bi HDP’ê mimkûn e, bang li esnafan kirin ku 24’ê Hezîranê xwedî li HDP’ê û Demîrtaş û sindoqan derbikevin.
Namzetên HDP’ê Suleyman Gunduz, Cemîle Aydin û Orhan Ayan ên xebatên Herêma 2 a Îzmîrê bi rê ve dibin jî serdana esnafên Sûka doganlar a navçeya Bornovayê kirin. Namzetên ku belavok belavkirin û serdana esnafan kirin, diyar kirin ku HDP dikare pirsgirêka esnafan çareser bike.
Dîsa namzetên HDP’ê Mûrat Çepnî û Gonul Aygun li gel Abdullah Akdenî li Menemenê serdana esnafan kirin.
Li aliyê din rêxistina HDP’ê ya bajar di nava rojê de li navçeya Gazîemîr û Konakê xebatên sitandê domadin.