Namzetên HDP’ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê, berê xwe dan herêmên bê hilbijartin û bi gel re civiyan. Di hevdîtinê bi gel re yên li Amed, Mêrsîn û Hatayê de, gel bi eleqeyek mezin û bi coş namzetên xwe himêz kirin.
Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê, berê xwe dan herêmên bê hilbijartin û bi gel re civiyan. Di hevdîtinê bi gel re yên li Amed, Mêrsîn û Hatayê de, gel bi eleqeyek mezin û bi coş namzetên xwe himêz kirin.
Piştî ku navên namzetên parlemeter ên Partiya Demkratîk a Gelan (HDP) hate eşekerekirin û şûnde, namzetên parlementeriyê yên berê xwe dan herêmên ku lê bên hilbijartin, bi girseyî ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Di pêwaziyê de gel bi coş û eleqeyek mezin nêzî parlemeterên xwe bûn.
AMED
Xebatên parlemeterên li Amedê dest bi xebatên xwe kirin. Namzet li Balafirgeha Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Piştî ku bi coş hatin pêşwazîkirin bi awayekî konvoy berê xwe dan navenda bajar.
İnadına! HDP İnadına pic.twitter.com/OdfRRux8jh
— HDP Amed İl Örgütü (@HDPAMED21) May 24, 2018
Namzetên parlemeteriyê li nava bajarê silav da gel.
Li vir Parlementerê HDP’ê yên Amedê Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp û Ziya Pîr l igel namzetên din gel silav kirin.
Li vir namzet û parlemeter axivîn.
Hevserokê HPG’ê yê bajar Mehmet Şerîf Camcî: Li Tirkiyeyê edalet û hiqûq nemaye. HDP yê li gorî demê herî bi hêz û xwedî guhertinê ber bi çav e û wê têkoşînê bike. Ji bo siberojeke azad wê HDP têkoşînê bike.
Parlemeterê HDP’ê yê Amdê Ziya Pîr: Serkeftinê ji namzet û partiyê re dixwazim. Em ê şev û roj bixebitin ku em bi ser bikevin. 24’ê Hezîranê ne HDP’, em ê wan di sindoqande bifetisînin.
Parlemetera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp: Eger em bibin yek, em ê li Rojhilata Navîn bibin yekan e hêz. Em ê bi hev re ser bikevin, bi teqez em ê bi ser bikevin.
Parlemetera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca: Serê gelê Amedê bilinde. Yên ku me li ser lingan digire berxwedana gelê me û em denyndarê vî gelî ne. 24’ê Hezîranê wê balafirên şer hew rabin. Wê dengê zilmê qût bibe. Em ê li gel gelê xwe têkoşînê bikin.
Namzet Adna Selçûk Mizrakli: Me soz daye bajarên hatin hilweşandin, şaredariyên ku hatine desteserkirin, em ê 24’ê Hezîranê tola van bistînin.
Îmam Taşçier: Heta ku em yekîtiya netewî ya Kurdan ava bikin, wê êş bên kişandin. Dema ku yekîtiya Kurd hate avakirin wê êş jî bi dawî bibin. Ji bo wê heta ku em yekîtiya netewî ya Kurd ava bikin, em ê li ber xwe bidin.
Salîha Aydenîz: Em ê 24’ê Hezîranê dawî li faşîzmê bîni. Em ê bi ruhê berxwedêr ê gelê xwe 24’ê Hezîranê ser bikevin.
Remziye Tosûn: Min silavê Sûrê ji bo we aniye. Yan serkeftin an serkeftin.
Hişyar Ozsoy: Bi teqez em ê bi ser kevin.
Semra Guzel: Em ê ser bikevin, serkeftin, serkeftin, serkeftin…
Gora Paylan: Divê em roj û şev kar bikin. Em ê 24’ê Hezîranê silaveke bi hêz bidin Demîrtaş.
Dersim Dag: Dayik û ciwan em ê vê pêvajoyê bi hev re têkoşîn bikin û bi hev re bixebitin, em ê bi hev re jî ser bikevin.
Mûsa Farîsogullari: Dost û dijmin bila baş bizanimbin em ê bi serkevin, em ê bi hev re serbikevin. Ji vê saetê û şûnde em ê bi hev re kar bikin û bi hev re ser bikevin.
Abdurrahman Dûrmûş: Ji niha ve serkeftin ya me ye. Em ê li kolanên Amedê bi hev re ber bi serkeftinê ve bimeşin.
Mehmet Temîzyûz: Em ê li ser rêya Şehîdên Meha Gulanê bimeşin. Em ê wekî wan bigihê azadiyê. Serketin ya gelê Kurde.
Ferîda Fahrîoglû: Em ê 24’ê Hezîranê bidin nîşandan ku bê ka Kurd kîne. Wê 12 wekîl biçin meclîsê. Jin, jiyan, azadî.
MÊRSÎN
Namzetên HDP’ê li Mêrsînê bi girseyî li navçeya Akdenîzê hatin pêşwazîkirin. Şahiya danasîna namzetan li Parka Ozgur Çocuk a navçeya Akdenîzê pêk hat. Namzet bi def û zirnê û lîlandinê hatin pêşwazîkirin. Namzet li gel stranên Kurdî hatin nasandin û namzet yek bi yek derketin ser dikê û gel silav kirin.
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mûrat Baykan destnîşan kir ku zêde dema wan nîne û got: “Di pêvajoya pêşiya me de hilbijartinên girîng hene. Em ê bi serkeftina van hilbijartinan aştî û demokrasiyê bînin welêt.”
Namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Atîlla Guney jî got: “Em ê tenê ne xebata hilbijartinan, di heman demê de em têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Em ê bi ser bikevin. Ji niha ve li gelê me pîroz be.”
Pişt re namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran jî axivî û wî jî wiha got: “Em çalakiya greva karkerên SODA yên li Edene û Mêrsînê li ber xwe didin silav dikin. Li gel ku em di bin siya Rewşa Awarte de diçin hilbijartinan jî, wê gel û kedkar bi ser bikevin û wê di rêveberiya welêt de bibin xwedî gotin.”
Namzeta HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan jî da zanîn ku ew ê bi jin û ciwanan re mil bidin milê hev û wê têkoşîna serkeftinê bi rê ve bibin û got: “Yên ku welat ji pêvajoya antîdemokratîk rizgar bikin em in.”
Piştî axaftinan şahî bi çepik û berzkirina sloganan bi dawî bû.
HATAY
Namzetên HDP’ê yên Hatayê Bariş Atay, Hulya Kavûk, Kerem Nalbant, Fatma Ozdemîr, Servet Kavûkoglu, Kadriye Tûrhan, Yilmaz Bayram, Gulîzar Işik Çay, Mîthat Mîrîoglû, Naîm Ozbek û Paraşîn Gumuş li herêma xwe dest bi xebatan kirin. Namzet li navenda Antakyayê ji aliyê rêveberên partiyê û gel ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re Bariş Atay û namzetên din, bi ziyaretkirina gora Abdullah Comert, Alî Îsmaîl Korkmaz û Ahmet Atakan yên di çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
Di serdana goran de malbatan jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere kirin.
Namzet li avahiya HDP’ê ya bajêr bi gel re hatin gel hev û danasîna wan kirin. Namzet piştre xwe berdan kolanan û esnaf û gel ziyaret kirin.