NATO û Tirkiye li Barcelonayê hatin şermezarkirin

NATO û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li Barcelonayê hatin şermezarkirin.

Komek ji aktîvîstên Katalan û Kurd doh li bajarê Barcelona yê Katalonyayê li hev kom bûn.

Di çalakiyê de ku li ber avahiya Wezareta Parastinê pêk hat, civîna NATO'yê ya li Londonê û têkiliya Spanya û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankarta "Spanya û Tirkiye, hevkariya qirkeriyê" hate hildan û dirûşmên "Bijî têkoşîna enternsayonalîstan" û "Rojava ne bi tenê ye" hatin qîrîn.