Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt têkildarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan ji ANF’ê re axivî.
Nejbîr Sêrt wiha got: “Destpêkê em ji şehîdê xwe yê destpêkê Hakî Karer heta Cemal Tarhan ku di girtîgehê de şehîd bû, şehîdên xwe hemûyan silav dikin. Sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û di şexsê Cemal Tarhan de em soza xwe ya dilsoziya bi şehîdên xwe hemûyan dubare dikin. “
‘HINGÎ KU TECRÎD BIDOME ÇARESERÎ NE PÊKAN E; MUXATAB RÊBERTÎ YE’
Nejbîr Sêrt diyar kir ku beriya nirxandina pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, divê mirov qala polîtîkaya tecrîda mutlaq bike û wiha got:
“Sala 2023’an tecrîda li ser Rêbertî hîn girantir bû. 33 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tecrîda mutlaq a li Îmraliyê bi cezayên disîplînê yên ku bi kêfî ser hev hatin dayîn, hîn girantir dibe. Helbet tecrîda li Îmraliyê, ne pêvajoyeke ku bi 33 mehan sînordar e. Ji 15’ê Sibata 1999’an ku Rêbertiya me hatiye dîlgirtin û vir ve, tecrîdeke ku dewam dike heye. Ji hatî şandina girava Îmraliyê û vir ve, pêkanînên tecrîda taybet ketin dewrê. Pêvajoya dadgehê ya Îmraliyê û hemû pêkanînên piştre, bi polîtîkaya tecrîda sîstematîk re pêş ket. Bi van polîtîkayên ku gav bi gav hatine pêkanîn, hat armanckirin ku Rêbertî ji gel qut bibe, tecrîd bê normalîzekirin. Ji hevdîtinên parêzeran heta hevdîtinên malbatê, hevdîtinên bi Rêbertî re hatin astengkirin. Bi salan di girtîgeheke yek kesî de hate girtin. Li Îmraliyê polîtîkayên ku li ti girtîgehan nînin, hatin meşandin û li cîhanê mînakeke vê tune ye. Di salên dawî de jî bi cezayên disîplînê yên kêfî ev bêhiqûqî hîn zêdetir dibe. Hîna cezayekî disîplînê neqediyayî û sedemê wê nehatî ragihandin, cezayekî nû tê dayîn. Helbet para sazî û hêzên navneteweyî jî di van polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk de heye. Mînaka vê ya herî şênber jî ew e ku CPT a ji astengkirina êşkenceyê berpirsyar, rapora derbarê çavdêriyên xwe yên li Îmraliyê eşkere nekir û radestî dewleta Tirk a ji vê êşkenceyê berpirsyar, kir.
Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li dijî tecrîdê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, hate destpêkirin. Tecrîda li ser Rêbertiya me, di heman demê de tê wateya tecrîdkirina îradeya gelê Kurd. Lewma kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di heman demê kampanyaya azadkirina îradeya gelê Kurd e. Rêbertî jî ji roja destpêkê ve diyar kiribû sîstema tecrîda li Îmraliyê li dijî hemû civakê ye. Her roja ku derbas dibe, em rastiya vê yekê hîn zelaltir dibînin. Li gel polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, li çiya li hemberî gerîla û li bajar li hemberî gelê me şerekî topyekûn ê derexlaqî tê meşandin. Tecrîd çareseriya pirsgirêka Kurd jî asteng dike. Destpêkê muebeta girankirî ya ku li Îmraliyê hatî xistina dewrê, pêkanînên mîna girtîgehên bi ewlekariya bilind îro li girtîgehên din jî di dewrê de ne. Li ser vê yekê jî girtîgehên bi tîpa S tên avakirin. Li gel tecrîdê zext û zilma li hemberî gelê Kurd jî dijwar dibe. Yekane muhatabê pirsgirêka Kurd Rêbertiya me ye. Hingî ku tecrîd bidome, ne pêkan e ku ev çareserî pêk were. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Dewamkirina tecrîdê tê wateya dewamkirina konsepta şerê taybet û pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk. Ne tenê gelê Kurd ji vê şerî bandor dibe, hemû beşên civakê, jin, zarok û xweza jî bandor dibin. Qirkirinek heye ku li dijî hemû civakê tê pêkanîn. Ev şer hîn zêdetir birçîtî, zext, tundî û bêaramiya di nava civakê de ye. Ji ber van polîtîkayên şer mirov nikare li Tirkiyeyê bijî, koça herî mezin a salên dawiyê diqewime. Ciwan naxwazin li vî welatî bimînin. Ji ber polîtîkayên nelirêtî, talan û xespê yên hikûmeta AKP’ê, di nava civakê de birçîtiya ku kûr dibe heye. Cînayetên jinan zêde bûne û ji aliyê dewletê ve êrîşeke sîstematîk a piralî li dijî mafên jinê û azadiya wê heye. Li dijî hemû nirxên civakê êrîş heye. Ji her alî ve rizîbûn û paşketinek heye. Di mafên mirovan de binpêkirin û derhiqûqî zêde bûye. Bi vî rengî ji bo çareseriya krîza siyasî û ekonomîk a li Tirkiyeyê, divê polîtîkaya vî şerî û tecrîdê bi dawî bibe. Mîna ku Rêbertiya me diyar kirî, divê dewleta Tirk dest ji vê polîtîkaya xwe ya faşîzan berde û şans bide çareseriyê. Di rewşeke wiha de Rêbertiya me xwedî wê hêzê ye ku vê yekê di demeke kurt de çareser bike. Çareseriya pirsgirêka Kurd dibe ku bi azadiya Rêbertiya me pêk were. Ev çareserî di heman demê de wê çareseriya pirsgirêka ekonomîk, siyasî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî bîne.”
‘ARMANCA ME NE TENÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE, AZADÎ JÎ YE’
Nejbîr Sêrt destnîşan kir ku rolekî mezin dane vê pêngavê û wiha pêde çû: “Pêşketina pêngavê ya heta niha jî, li gorî vî rolî pêş ket. Hemû beşên civakê û li gelek welatên cîhanê piştgirî ji vê pêngavê re re hate dayîn. Weke ji kampanyayên ku heta niha hatine meşandin cudatir, encamek afirand ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde hate rojevê û bû gerdûnî. Çalakiyên ku li 74 navendan bi rengekî hemwext li dijî tecrîdê hatin kirin, ev yek nîşan da. Di merasîmên cuda yên kampanyayê de jî, em tevlîbûna di asta gerdûnî de dibînin. Nerazîbûnên li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê, zêde dibin. Polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk û hêzên komploger hîn zêdetir tên deşîfrekirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de fikrên Rêbertî jî li cîhanê belav dibin. Armanceke din a tecrîda dijmin astengkirina fikrên Rêbertî ye, lê bi pêngavê re ev dîwarê tecrîdê jî hildiweşe. Em bi vê kampanyayê ne tenê bidawîbûna tecrîda li hemberî Rêbertî, azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî armanc dikin. Lewma em girîng dibînin ku her kesê tevlî vê kampanyayê dibe û piştgiriyê dide, bi vê îdîayê bixebite.”
‘ÇALAKIYA GIRTIYAN GELEK GIRÎNG Û BI WATE YE’
Nejbîr Sêrt anî ziman ku bi polîtîkaya tecrîdê re bi salane şerekî topyekûn li dijî gelê Kurd tê meşandin, gel jî şerê hebûnê dimeşîne û wiha got:
“Pêdiviyên vê hebûnê çi ne? Ev ziman, dîrok, nasname, azadî, xak û hemû nirxên gelekî ye. Di demek ku evane hemû ji me hatin standin de, PKK hate damezrandin. Damezrandina PKK’ê li dijî vê çûyîna dîrokê ya ber bi jêr ve, mudaxeleyek bû. Ev şer 50 sal in bê navber dewam dike. PKK’ê bi berxwedaneke destanî ya dîrokî hemû nirxên ku gelekî ava dikin, ji nû ve ava kir. Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê û berxwedana li girtîgehan jî, yek ji çeperên herî girîng a vê têkoşînê ye. Di dîroka PKK’ê de girtîgehan mîrateya berxwedaneke bi rûmet afirand. Berxwedana bê hempa ya di şert û mercên esaretê de derbeyeke mezin li dijmin xist. Berxwedana li girtîgehan di her dema têkoşînê de rolekî pêşeng lîst. Mîna berxwedana Mazlûm Dogan, 14’ê Tîrmehê û Çaran, li dijî zilma dijmin bû çeperê herî bi bandor. Berxwedana Sakîne Cansiz a li dijî êşkencekaran, cesareteke mezin da hemû jinên Kurd ku li dijî dijmin şer bikin. Zemînê artêşbûna jinê afirand.
Îro li hemû zindanan bi taybetî li ser Rêbertiya me û civakê mîna serdema 12'ê Îlonê zext, tundî û tecrîdeke bê navber heye. Em di rojên ku faşîzm rûyê xwe yê herî qirêj li Îmraliyê û girtîgehên din nîşan dide de dijîn. Faşîzmeke wisa ye ku destûra bingehîn a dewleta Tirk a ji serdema darbeya 12'ê Îlonê û vir ve jî nayê pêk anîn. Li girtîgehan girtî mehkûmî mirinê dikin, êşkence li wan tê kirin û herî dawî mîna hevrê Cemal Tarhan li dû hev şehadet çêdibin. Dîsa cezayên wan tên dirêjkirin û bi awayekî keyfî di girtîgehan de tên hiştin, cenazeyên hevrêyên me di qotîkan de tên teslîmkirin û heta gorên gelê Kurd jî rastî vê zilmê tên. Li hemberî zindanan polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Tecrîdeke giran heye, di bin zext û gefeke mezin de ye. Dixwazin vîna girtiyên siyasî bişkînin. Lê belê li hemberî vê jî berxwedaneke xurt heye. Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan bi greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’an de dabûn destpêkirin helwesta xwe ya li dijî van hemû pêkanînên faşîzan bi taybetî tecrîda Îmraliyê diyar dikin. Ev yek di heman demê de xwedîderketina li mîrateya berxwedana Rêbertiya me ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li zindanan e. Sekna hemû hevrêyên me ya li dijî vê zilma dijmin gelek girîng e. Bê guman berxwedan ne tenê bi grevên birçîbûnê re sînordar e. Di heman demê de têkoşîneke bi îrade û fikirî heye. Ji bo vê jî berxwedana girtiyên PKK/PAJK'ê ya li zindanan pir watedar e. Zindanên ku tarîtiya faşîzmê di 14'ê Tîrmehê de qetandin, îro jî armanc dikin ku vê tarîtiya ku bi tecrîdê û zextên nû yên li ser Rêbertiya me ji nû ve hatiye ferzkirin biqetînin. Greva birçîbûnê her wiha li dijî tecrîda ku dijmin pêk tîne, çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li girtîgehan rolek girîng dilîze. Îro dîsa ji pêvajoyê re pêşengiyê dikin. Ev berxwedan bandorê li hemû qadên têkoşînê jî dike. Çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke ku îrade û biryardariyê dixwaze. Hevrêyan ev yek bi awayê herî şênber danîn holê. Di vê berxwedanê de ruhekî fedaî tê nîşandan. Lê ev yek jî girîng e; Ruhê fedaî ji bo avakirin û parastina jiyana bi rûmet û azad divê pêş bikeve û divê bi hemû aliyan ve li dijî dijmin têkoşîn bê kirin. Ji bo serkeftina wê divê her gav bi biryareke rêxistinkirî û hevpar were avêtin. Pêngav her wiha di vî alî de pêngava yekparebûna Rêbertî û partiyê ye. Pêngav tê wateya bi Rêbertî re pêşxistina hevrêtiya rast e û pêngava avakirina çareserî, aştî û siberojek azad a bi Rêbertî re ye."
NOBETÊN JI BO EDALETÊ HATIN SILAV KIRIN
Nejbîr Sêrt qala çalakiyên nobetên ji bo edaletê jî kir û wiha domand, “Ev pêngav dê pêvajoyek dirêj bigire nava xwe û têkoşîna li dijî tecrîdê bi çalakiyên gelekî cuda tê nîşandan. Di çarçoveya pêngavê de berxwedaneke ku ji çeperên gerîla yên li çiyê heta bajêr, ji kolanan heta zîndanan û ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê dibe, heye. Girîng e her kesê li dijî zilma dijmin li ber xwe dide û alîgirê azadî û aştiyê ye tevlî vê berxwedanê bibe û helwesta xwe nîşan bide. Di berxwedanê de yekitiya ruh û çalakî û rêxistinbûyîn, bê guman faktorên herî girîng ên serkeftina pêngava me ne. Ji avabûna PKK’ê heta niha çeka me ya herî mezin li dijî zilma dijmin rêxistinbûn û têkoşîna gelê me ye. Ev yekîtî hemû astengiyan derbas dike û serkeftinê bi xwe re tîne. Hêza ku tecrîdê bişikîne ev ruh û rêxistinbûn e. Gelê Kurd pêvajoya serhildanan bi dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ bi ser xist. Îro jî bi heman ruhî em dibêjin azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd e û ji bo vê em azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin.
DIVÊ HEMÛ CIVAK XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVE
Grevên birçîbûnê qonaxeke nû ya vê pêngavê nîşan dide. Ji bo ku ev pêngav bigihije armanca xwe, divê bi çalakiyên derve were destekkirin. Di vê mijarê de çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dane destpêkirin pir girîng e. Lê belê ji bo serkeftina pêngavê divê ev çalakî tenê bi malbatên girtiyan re sînordar nemîne, her wiha li her derê û ji aliyê hemû beşên civakê divê bê destekkirin. Divê her kes cihê xwe bigire û hev temam bike. Grevên birçîbûnê ji bo ku pêngav bigihêje asteke girseyî jî bingehek xurt ava dike. Divê ev yek bê nirxandin û her kes bi çalakiya xwe piştgirî bide çalakiya girtiyan. Divê ji hemû temen û beşên civakê tevlîbûn çêbe. Weke hemû pêvajoyan, pêşengiya jin û ciwanan jî wê pêngavê hîn xurtir bike. Jin û ciwan bi dînamîzm, afirênerî, zanebûn û enerjiya xwe di çerçoveya pêngav û çalakiya grevên birçîbûnê de, di hemû çalakiyan de wê hêza serkeftinê mezin bikin.”
‘TENÊ TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ DIKARE DAWIYA FAŞÎZMÊ BÎNE’
Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt, di dawiyê de ev peyam da, “Tenê têkoşîna me ya rêxistinbûyî dikare dawî li van polîtîkayên faşîzan ên dijmin bîne. Ji ber pêngav heta roja îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser Rêbertî encam negirtiye, divê weke rexnedayînek bê girtin. Heta roja îro bêyî ku em bikevin nava bendewariyan, bi hêza xwe ya cewherî û berxwedana xwe me têkoşîna xwe gihand van rojan. Bi heman biryardariyê em xwedî wê hêzê ne ku armancên pêngavê pêk bînin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe û bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd ava bikin. Eger em bi vê îdîayê nêzîk bibin û hewcedariya wê bi cih bînin, ev têkoşîn wê teqez azadî û serkeftinê bi xwe re bîne."