Nobeda Edaletê li Îzmîrê jî destpê kir

Bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li Îzmîrê jî çalakiya Nobeda Edaletê destpê kir.

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê meşandin, piştî Amed, Mersîn, Edene, Stenbol û Wanê li Îzmîrê jî çalakiya Nobeda Edaletê destpê kir.

Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Rêveberên Rêxistina Îzmîrê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî çalakiya nobedê bûn.

Li salonê pankartên bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiay demokratîk bibin dengê zindanan" hatin daliqandin.

Medîne Kaymaz dayika Bayram Kaymaz ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê wan dest bi Nobeda Edaletê kirine.

Kaymaz got, "Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiya tevahiya cîhanê têdikoşe. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê nobed dewam bike. Daxwaza me ya aştî û edaletê wê dewam bike."

Çalakgeran diyar kirin ku hefteyê 3 rojan, rojên Çarşem, Pêncşem û Înê saet di navbera 11:00-17:00 de wê Nobeda Edaletê dewam bikin.