Li Amedê, 'Nobeda Edaletê' ya bi dirûşma 'Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan' ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hate destpêkirin, di roja 4'emîn de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dewam kir. Koma duyemîn çalakî dewr wergirt. Parlamenterên HEDEP'ê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî serdana çalakgeran kirin.
Aktîvîsta TJA'yê Tulîn Aydas daxuyanî da, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û li girtîgehan û anî ziman ku tecrîd li hemberî Kurdan hemûyane. Tulîn Aydas got, "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
Parlamentera HEDEP'ê Ceylan Akça jî got, "Hevalên me yên li girtîgehan rûmeta me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşînê dewam bikin."
Xizmên girtiyên di nobedê de ne bi çepik û tilîliyan stranên Kurdî gotin.
MERSÎN
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiya TUAY-DER'ê ya Çûkûrovayê di roja 4'emîn de ye. Dayikên Aştiyê jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Berdevkê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine yên Mezopotamyayê ya Mersînê (MEYA-DER) Mehmet Hazar bal kişand ser şert û mercên faşîzan ên li Tirkiyeyê û ji bo Nobeda Edaletê banga tevlîbûnê kir.
Ji Dayikên Aştiyê jî Heybet Kalkan anî ziman ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got, "Bes e êdî ji zilm û girtinê re. Bila Kurd xwe nas bikin. Her kesên dibêje mirov im bila tevlî me bibin. Bila li zindanan zilm nebe. Berxwedan jiyan e."
EDENE
Çalakiya Edaletê ya li avahiya TUAY-DER a Akdenîzê bi beşdariya endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên DBP, HEDEP û HDP'ê hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin.
Ji nobedaran rêveberê bajarê Edeneyê yê HDP'ê Ahmet Akdogan jî anî ziman ku tecrîdê bandor li tevahiya civakê kiriye û got, "Eger tecrîd bi dawî bibe wê bêhn bê ber civakê û girtiyan. Ji ber ku heta tecrîd dewam bike ti gel, gelê Kurd û dostên wan wê azad nebin."
WAN
Nobeda Edaletê ya li TUHAY-DER a Wanê di roja 3'yemîn de ye. Dayikên Aştiyê, endamên HEDEP, DBP û OHD Şaxê Wanê tevî gelek kesan serdana çalakgeran kirin.
Hevseroka OHD'ê ya Wanê Mehtap Işik destnîşan kir ku diyar e grevên birçîbûnê heta encamwergirtinê wê dewam bikin û got, "Ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin, divê em bikevin nava liv û tevgerê."