Nobeta Edaletê: Heta çareseriyê em ê li qadan bin
Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Heta ku çareserî pêk were, em ê li qadan bin.”
Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Heta ku çareserî pêk were, em ê li qadan bin.”
Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel cezayê wan qediyane lê nayên berdan, malbatan Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Xizmên girtiyan li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn. Endamên TÛHAY-DER, MEBYA-DER, DBP, HDP û OHD’ê jî piştgirî dan malbatan.
Reşehat Ada ya ku birayê wê Hamdusena Ada jî girtiyekî nexweş e diyar kir wan çend roj berê dosyeya li ser girtiyên nexweş dane partiyên siyasî û ji partiyên siyasî xwestine ku bila girtiyên nexweş bê berdan. Ada got “Êdî bes e. Bila zextên li girtîgehan bi dawî bibe, bila cezayê dîsîplîn û hucreyê betal bibe. Bila destê girtiyan nexin kelepçeyan û wan wisa nebin nexweşxaneyan. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Bila çareseriyek ji rewşa zarokên me re were dîtin. Heta ku çareserî pêk were, em ê li qadan bin.”
Di Nobeta Edaletê de sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.