Nobetên Edaletê: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
Di Nobetên Edaletê de tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û hat destnîşankirin ku heta tecrîd neyê rakirin, wê çareserî ne pêkan be.
Di Nobetên Edaletê de tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û hat destnîşankirin ku heta tecrîd neyê rakirin, wê çareserî ne pêkan be.
Nobetên Edaletê yên ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Wan, Amed, Mêrsîn û Edeneyê hatin destpêkirin, dewam kir.
WAN
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikûmxwar Girtî re ya Wanê (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatî destpêkirin, di roja 22’an de didome. Nûnerên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêgirî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç serdana nobetê kirin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûstafa Sarisaç axivî û wiha got: “Li Girtîgehan îro bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin. Dewlet dixwaze bi şer ji pirsgirêka Kurd re bibe bersiv, lê hemû cîhanê fêm kir ku bi şer nayê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd îro bandor li hemû gelên li hemû welatan kiriye. Aborî, demokrasî û azadiya welêt di bin tecrîdê de ye. Daxwaza me ew e ku car din rêyên muzakere û diyalogê bên vekirin. Rêya vê ya herî girîng jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Em bi malbatên girtiyan re ne û em bang dikin ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.
AMED
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezan hatî destpêkirin, di roja 23’an de dewam kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Di çalakiyê de hate gotin ku heta çareserî pêk tê, wê nobet bidome.
MÊRSÎN
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî re ya Çûkûrovayê (ÇÛKÛROVA TUAY-DER) destpê kirî, bi tevlîbûna Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel didome. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
EDENE
Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), di roja 23’an de didome. Di nobetê de pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk deng bidin zindanan” hatin daliqandin. Serdanên li Nobeta Edaletê didomin.