Nobetên Edaletê: Em bi yekîtiyê dikarin tecrîda Îmraliyê bişkînin
Di nobetên Edaletê hat diyarkirin ku tecrîda Îmraliyê krîzên li welêt zêdetir dike û ev peyam hate dayîn: “Em bi yekîtiyê dikarin tecrîda Îmraliyê bişkînin.”
Di nobetên Edaletê hat diyarkirin ku tecrîda Îmraliyê krîzên li welêt zêdetir dike û ev peyam hate dayîn: “Em bi yekîtiyê dikarin tecrîda Îmraliyê bişkînin.”
Li Amedê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî (TUAY-DER), li Mêrsînê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER Çûkûrova), li Edeneyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) û li Wanê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî re (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” Nobetên Edaletê hatibûn destpêkirin. Nobetên Edaletê didomin.
WAN
Li Wanê Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê TUHAY-DER û xizmên girtiyan ve hatî destpêkirin, di roja 9’an de didome. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Payîzava û Ebexê û gelek kesan serdana nobetê kirin.
Emîne Atak ku zarokek wê girtî ye, ji Geverê serdana çalakiyê kir û bal kişand ser girîngiya Nobeta Edaletê. Fevzî Ûzûnay jî çalakiyên ku hatine destpêkirin, silav kir û got: “Em hêvî dikin ku çalakî bibin wesîle ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin.”
Bavê girtî Adil Pala, Hasan Pala jî tevlî çalakiyê bû. Pala diyar kir ku ji bo bidawîbûna bêedaletiyê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku divê daxwazên hevpar demildest bên qebûlkirin. Pala destnîşan kir ku divê gel piştgiriyê bide Nobetên Edaletê û got ku piştiriya ji çalakiyan re wê tecrîdê bişkîne.
Bavê girtî Ramazan Yikar, Temer Yikar jî diyar kir ku eger pişgiriya ji çalakiyan re zêde bibe, wê tecrîd jî bişkê.
Mûhammed Ozdemîr jî yê tevlî Nobeta Edaletê bû, diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got, “Kurd divê bibin yek.”
MÊRSÎN
Îro jî gelek kes beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê bûn ku li Çûkûrova TUAY-DER’ê tê domandin. Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ne silav kir û banga tevlîbûna çalakiyên nobetê kir.
Berdevkê Meclîsa Kedê ya Mêrsînê Nûrettîn Ozdemîr destnîşan kir ku polîtîkayên şer û tecrîda li ser Abdullah Ocalan krîzên li welêt zêde kiriye û diyar kir ku yek sedemên herî bingehîn a krîza aborî jî tecrîd e.
Çalakiya nobetê bi stranên dayikan dewam kir.
EDENE
Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER’ê jî 10 roj in dewam dike. Nûnerên rêxistina civakî ya civakî û partiya siyasî serdana çalakiyê kirin. Di çalakiya li vir de jî mijara esas tecrîd bû.
AMED
Çalakiya ku li Amedê hatî destpêkirin, li avahiya li navçeya Rêzan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dewam kir.
Dayika Gulistan Al, Emîne Al di Nobeta Edaletê de axivî û got: “Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê her kes xwedî li vê çalakiyê derbikeve.”
Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.