Nûçegihan Rûken Demîr hate destgîrkirin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr hate destgîrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, nûçegihana wan a Îzmîrê Rûken Demîr serê sibehê li navçeya Konak a Îzmîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Polîsan telefon û kompiturên malê jî desteser kirin. Der barê Demîr de heta 24 saetan biryara veşartina dosyayê stendin. Demîr, birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê.