Nûçegihanê MA’yê Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye

Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin 3 roj in li Meletiyê di bin çavan de ye.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin pêr di encama serdegirtina mala wî ya li Wanê de hate binçavkirin.  Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên bi Yalçin re hatine binçavkirin 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Meletiyê tên ragirtin.

Kar û barên wergirtina îfadeyê ya li midûriyeta polîsan hêj nehatiye destpêkirin. Hata zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Teyfîk Kanat jî 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin û birin Meletiyê. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.