Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Ekonomîst Ramazan Tûnç bal kişand ser bandora nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd a li ser aramiya fînansî ya li Tirkiyeyê û got, "5'ê Nîsana 2015'an dema rawestandina hevdîtinên bi Ocalan re, destpêk e."

Celal A. ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê 4 Kurd kêr kir û yek jê bi giranî birîndar kir, 3 sal in bi serbestî digere. Celal A. ji aliyê dadgehê ve bêguneh hate dîtin. Faşîstê Tirk henekê xwe bi dadgehê kir û got, "Wan xwe li kêra min xistin."

"Koma Şehîd Rojhat" teqîna 21'ê Tebaxê ya li navenda Efrînê li xwe girt, ku Efrîn ji aliyê artêş û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Hêzên gerîla li Çelê û Geverê li leşkerên Tirk xistin

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Lolanê ya navçeya Sidekan a Başûrê Kurdistanê barandin.

Navê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Helîn Qereçox (Anna Campbell) a di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Efrînê de şehîd bibû, li kolaneke ya bajarê Vîtorîa-Gasteîz a paytexta herêma Baskê hate kirin.