Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Heyeta HDP û HDK’ê, ji bo balê bikêşin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Buroya Hiqûqê ya a Asrînê kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got; “Divê demîldest tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were şkandin.”
Encamnameya 3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû, hate eşkere kirin.
Salih Muslim diyar kir ku şert û merc guherîne û ew dixwazin ku TEV-DEM li erka xwe ya birêxistinkirina civaka sivîl vegere. Muslim got, "Nêrîna me ya bingehîn ev e; civaka rêxistinbûyî dikare her tiştî bike."
Di 3’emîn Kongreya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê hate hilbijartin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Şemzînan û Geverê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şerê li Agiriyê jî agahî hatin parvekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê li Dersim û Colemêrgê de şehîd bûne eşere kirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got, ji bo xurtkirina ewlekariya Ewropayê wê mehên bê projeyekê pêşkêş bike. Macron diyar kir, nabe ku Ewropa ewlekariya xwe êdî bispêre DYA'yê.
Serokdewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê wê 7'ê Îlonê wê li ser mijara Sûriyeyê li hev rûnên.
Hawirdorparêz Şerîf Bacweryê li Merîwanê hate kuştin ji aliyê bi sedan hezaran kesî ve hate veşartin. Bacwer ê xaka Rojhilat diparas, piştgirî dida çalakiyên gel jî. Bacwer li devera beriya 40 salan ji bo bajar biterikîne hate veşartin.
Ji ber baranê mûson ên di nava vê salê ya li Hindistanê de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.