Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê redkirina serlêdana Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê şermezar kir ûgot ku, “Ewrûpayê bi awayekî eşkere gotiye ku, ew êşkenceya li Îmraliyê meşrû dibînin.”

Bi hezaran kesên li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin ba hev, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin. Di mîtîngê de dirûşmên ‘Qatil Erdogan’ bê navber hatin qîrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Başûrê Kurdistan û Silopiyê 9 leşker û 2 kontra kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Hawêla Sêrtê ji ber bomberdûmanê 3 gerîla şehîd bûne.

 Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku wê tecrîda Îmralî û biryara DMM’ê protesto bikin û banga ‘Divê ev bêdengî bê xira kirin’ kirin.

Gelê Başûrê Kurdistan sibê cara 5’an ji bo hilbijartina parlamentoya herêmê diçe ser sindoqan. Ger mirov li hilbijartinên 26 salan ya hilbijartina Başûrê Kurdistanê binêrê wê diyar bibe çiqas demokratîk e yan ne.

Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan li Çelêya Colemêrgê çalakî li dar xist û diyar kir ku 5 leşker hatine kuştin.

Bahoza Tramî gihişt girava Okînawa ya li başûr rojhiatê Japonyayê. Li gorî daneyên destpêkê herî kêm 17 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di erdhej û tsûnamî ya li gira Sûlawesiyê bi sedan kes mirine. 

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêmên Deşta Kafiya û Bergaêr yên girêdayî navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin.