Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bibîr xist ku hişmendiya serwer a Tirk ku di rewşa heyî de hemû heyîna xwe û şer li ser dijminahiya Kurdan dide dike, êdî li ber hilweşînê ye û got: “Bi teqez ev dawiya hişmendiya faşîst û vê siyasetê ye."
Serdana sê rojan a Erdogan ku pêr qediya, ji aliyê madî û manewî ve Elmanya xisirand. Gera Erdogan ku henekê xwe bi nirxên Elmanya dikir, tê gotin ku bi 8,7 milyon Euroyî xisar li Elmanyayê kiriye.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 29 çete hatine kuştin û 3 wesayîtên bombebarkirî hatine rûxandin.
ANHA’yê nasnameya sivîlên ku dewleta Tirk weke ‘şervanên YPG’ê’ ragihandibû, eşkere kir.
Muhafizên Şoreşa Îranê, weke bersiva Ahvazê ragihand ku bi fuzeyên balîstîk li Sûriyeyê li ‘baregeheke ya terorîstan’ dane.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên El Nûsra, li ser revîna çeteyên DAIŞ’ê ya li Efrînê û têkildarî dizîna hilberandina zeytûnan civiyane.
Li navçeya Taze Abad a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4.5 erd hejiya.
Çeteyên Eniya Tirkmen û Heşdî Tirmen ên girêdayî Eniya Tirkmen in li Kerkûkê 150 malên Kurdan ên li bajar dagir û talan dikin, li şûna wan jî Tirkmenên Tilehfer û Dûz bi cih dikin.