Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
HPG’ê têkilî êrîşên li Licê ku 4 endamê îstîxbaratê hatin kuştin daxuyanî da û ragihand ku di şer de gerîlayek şehîd bûye. HPG'ê li ser êrîşên hêzên dewletê yên li ser gundiyan agahiyên berfireh dan.
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ehmed Sultan got dewleta Tirk ji Idlibê hin çeteyên girêdayî xwe derbasî Efrînê kiriye û vê didomîne jî.
Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun got li Idlibê hê serfirazî ne ya ti kesî ye û got Tirkiye welatekî wiha ye ku ji têkçûnan ji xwe re serfiraziyan çêdike, dema ku direve jî halanên serfiraziyê dide xwe.
Li Berlînê li Dîwana Edaletê ya Ewropa ya saziya herî bilind a Yekîtiya Ewropa ye ku di doza ji bo PKK’ê ‘YE ji rêxistinê terorî’ derbixe de parêzer Tamara Bûrûma anî ziman ku li bendê ne biryara 15’ê Mijadarê bê ragihandin.
Şervanên QSD'ê yên di eniya Hecînê de depoyeke cebilxaneyê ya çeteyên DAÎŞ'ê û wesayiteke tije cebilxane rûxandin.
Leşkerên girêdayî tabûra Giteyê ya Şirnex û cerdevan li deverên Girê Çolya, Hesena û Girê Hirmo yê Cûdiyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonê kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de 31 çete hatine kuştin, hawanek, depoyeke cebilxane, 5 wesayîtên bombebarkirî, 2 wesayît û tunelek hatin teqandin.
Penaberên ji Hondurasê ku ber bi DYA’yê ve ketibûn rê, bi zextên Qesra Spî li Meksîkayê hatin rawestandin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku ajanê MÎT’ê yê bi navê Muhand Zîr ê ji Til Rifatê, hatiye cezakirin.
Li Efganistanê li dijî navendên dengdana ji bo hilbijartinê êrîş pêk hat. Di van êrîşan de 9 kes mirin.