Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan got, "Li Kurdistanê xet û modela gerîlayên sedsala 21'ê tê afirandin. Di vî warî de em zelal û bi biryar in."
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, tecrîdkirina Ocalan êrîşek li dijî destketiyên gelê Kurd e û got, CPT û mekanîzmayên wê bûne hevparê vî sûcî.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê li gelek welatên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikumetên cîhana rojava jî hatin şermezarkirin.
Endezyarê Cotkariyê yê Teqawît Ahmet Kasimoglû yê li Amedê, piştî lêkolîneke xwe ya ji 14 salan, ferhenga destpêkê ya li ser navên nebatan a bi Kurdî derxist. Di ferhengê de navên Kurdî yên zêdeyî 20 hezar celebên nebatan hene.
Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û 'Şehîdên Besta'yê bi bîr anî.
Hate diyarkirin, piştî gefên Erdogan komên çete yên OSO li baregeha leşkerî ya Nisêbînê hatine bicihkirin.
Hêzên YPG'ê li navçeya Şêwara ya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di çalakiya sabotajê de 5 çete hatin kuştin.
Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim got, dewleta Tirk parastina DAÎŞ'ê dike û destketiyên Kurdan dike hedef. Muslim got, "Ji bo ku em destketiyên xwe biparêzin em ê li berxwedanê rawestin."
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kobanê û Girê Spî ku artêşa Tirk a dagirker êrîşan dibe ser bi hev re dewriye kirin.
Dîmenê çekên ku di çalakiya gerîla de ya 22'ê Cotmehê ya li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, hatin weşand. Dîmenê berfireh ê çalakiyê beriya niha hatibû weşandin.
Dewleta Tirk a dagirker gule li gundê Til Cîhan a navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo barand û di encama gulebaranê de kesek birîndar bû.
Rêveberiya Washîngtonê ragihand ku wê roja Dûşemê guşarên li ser Îranê ji nû ve bi fermî destpê bike.