Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla ku xwe bi îdîayeke mezin ji bo sala 41'ê ya PKK'ê amade dikin gotin, "Li dijî dijmin her tim bersiveke me heye. 'Ya serketin, ya serketin'. Ji bilî vê alternatîfeke din nîne."

"DYA'yê bi biryara xwe ya dawî ya li dijî rêveberên PKK'ê re nîşan dide ku ji bo dewleta Tirk li Rojhilata Navîn were bikaranîn bi feraseta sedsala 20'an tevdigere."

KONGRA GEL salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Ji bo rakirina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Kurdistanê, di sala 41'ê ya PKK'ê de divê gelê me li her qadê têkoşîna xwe geş bike."

Di encama barana zêde û rabûna lêhiyê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, 7 kes mirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya 'Şerê Tunekirina Terorê' eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD'ê, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

PKK: Di sala 41’an a PKK’ê de bang li her kesê dikin ku li dijî êrîşên komploger û rejîma faşîst-qirker têkoşîna azadiyê li  her qadê bilind bikin û ji bo azadiya Rêber Apo û mercên xebitînê têkoşînê bikin.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven a dîlgirtî û gotin, "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede."

Di êrîşa xwekujî ya li bakur-rojhilatê Pakistanê de 31 kes mirin û herî kêm 50’î kes jî birîndar bûn.