Ocak: Bedena dayika min ji lêdanê şîn û reş kirin
Masîde Ocak ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hate destgîrkirin, diyar kir ku ji ber êşkencay polîsan bedena dayika wê Emîne Ocak reş û şîn bûye.
Masîde Ocak ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hate destgîrkirin, diyar kir ku ji ber êşkencay polîsan bedena dayika wê Emîne Ocak reş û şîn bûye.
Ji ber ku çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hate qedexekirin, polîsan êrîş birin ser xizmên windayan û bi dehan kes destgîr kirin. Wêneyê ku di dema êrîşa polîsan de di hişê mirovan de bi cih bû, wêneyê destgîrkirina Emîne Ocak bû ku ji aliyê rojnamevan Hayrî Tûnç ve hate kişandin.
Dayika Hasan Ocak ê di dema destgîrkirinê de hate windakirin Emîne Ocak a 82 salî, mîna beriya 22 salan ji aliyê polîsan ve bi tundî hate destgîrkirin. Vî wêneyî nîşan da ku zilma dewletê ya li welêt her dewam e. Keça Emîne Ocak Masîde Ocak ku ew jî li çalakiyê hate destgîrkirin ji ANF'ê re qala wê rojê kir.
ÊRÎŞA HERÎ DIJWAR A LI DAYIKÊN ŞEMIYÊ HATE KIRIN
Masîde Ocak bi bîr xist ku dayika wê bi erdê re hatiye kişandin û diyar kir ku ji zilma hate kirin bêhtir, vê yekê ew êşandiye. Ocak da xuyakirin ku êrîşa herî dijwar li Dayikên Şemiyê hatiye kirin û ji ber şîdeta polîsan her devera bedena wê diêşe.
Ocak anî ziman ku piştî zordarî û şîdeta 9 saetan ew ji Nexweşxaneya Bayrampaşayê hatiye berdan û qala wê wextê kir: "Bi wesîleya hefteya 700'î em hatin Meydana Galatasarayê. Polîs bêyî ku biryareke nivîskî nîşanî me bidin, bi devkî ji me re gotin ku çalakiya me hatiye qedexekirin. Dema ku me sedema vê yekê pirsîn, polîsan bi mertalên xwe dor li me girtin. Ji bo tehde li dayikên me nebe, me hewl dan dayikan ji qadê derxînin. Lê belê tevî israra me jî ew hatin li cem me rûniştin. Wê wextê me hewl didan xwe bigihînin Walîtiya Stenbolê û qeymeqam. Piştî ku malbatên me hatin cem me, polîsan bi mertalên xwe em dehf dan."
FERYADA DAYIKA EMÎNE: WE ZAROKÊN ME BIRIN, MIN JÎ BIBIN
Ocak anî ziman ku ji ber şîdeta polîsan her devera bedena dayika wê Emîne Ocak a 82 salî şîn û reş bûye û wiha dewam kir: "Tevî dayika min em birin. dema ku birin wesayita destgîrkirinê, min dît ku li Adîl can Ocak dixin. Ji ber vê lêdanê ji bêvil û stuyê xwe birîndar bû. Dema ku em birin wesayita destgîrkirinê dayika min lê siwar nekirin. Dayika min li ber vê rabû û got, 'We zarokên min birin, min jî bibin'. Li wesayitê siar bûn, lê ew bi zorê peya kirin."
SÊ NIFŞ BI HEV RE HATIN DESTGÎRKIRIN
Ocak got, ji saet 10'ê sibehê heta 18'ê êvarê bi rengê kelepçekirî li wesayitên destgîrkirinê hatin hiştin û diyar kir ku vê carê dayik, zarokên wan û neviyên wan, yanî sê nifş bi hev re destgîr kirin.
Ocak bi bîr xist ku daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Stenbolê hate qedexekirin, li 30 bajarên welêt bi rengekî bê pirsgirêk hate xwendin û got, divê Wezîrê Karên Hundir Soylû eşkere bike bê çima li Stenbolê tiştekî bi vî rengî kiriye.
DINYAYÊ EV ZILM DÎT
Ocak destnîşan kir ku kaşkirin û birina dayika wê ya 82 salî şerma herî mezin a Tirkiyeyê ye û got, "Me yê wê rojê hesreta xwe ya ji bo windayên xwe, banga xwe ya ji bo edaletê ku 700 hefte ne tê kirin, dubare bikira. Me yê bixwasta ku qanûn bi cih wre anîn."
ALÎ OCAK: HER KIRYAREKE WAN ÊŞKENCE BÛ
Yek ji kesên bi lêdanê hate destgîrkirin kekê Hasan Ocak Alî Ocak û birayê Rivan Karakoç Hasan Karakoç bûn. Ocak ku bedena wî 57 ji sedî astengdar e û rapora wî ya di vî warî de heye, li erdê hate dirêjkirin, ji pişt ve destên wî hate girêdan û bi vî rengî hate destgîrkirin. Ocak got, "Derbêm welê gira li me dan, ku cîhaza deng a li guhê min kete xwarê. Nehiştin ez biaxivim û yekser devê min girtin."
Ocak anî ziman ku bi rengekî kelepçekirî ew bi saetan li wesayita destgîrkirinê hatin hiştin û destûr nedan ku ew biçin tiwaletê, ya jî karibin avê vexwin. Ocak got, "Ez salên 1996 û 1999'an jî hatim destgîrkirin, lê belê min zordariyeke bi vî rengî nedît. Her kiryareke wan êşkence bû."
KARAKOÇ: SERÊ MIN LI ERDÊ XISTIN, PÊ LI SERÊ MIN KIRIN
Hasan Karakoç ku di dema destgîrkirinê de ji serê xwe birîndar bû anî ziman ku gelek polîsên li dora wî kom bûn, gelek carna ew li erdê dirêj kirin, serî wî li erdê dan û pê li serê wî kirin.
Karakoç got, "Bi qasî emrê kesên em destgîrkirin, me li Meydana Galatasarayê çalakî kirin" û diyar kir ku zilma di salên 1990'î de li wan hate kirin, niha jî li wan tê kirin. Karakoç got, "Em ê çalakiya xwe bidomînin."