Ocalan bi parêzerên xwe re civiya

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe Newroz Ûysal û Rêzan Sarica re civiya.

Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li ser hesabê wan ê twîtterê, Ocalan bi parêzerên xwe re civiyaye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Parêzerên buroya me parêzer Newroz Ûysal û parêzer Rêzan Sarixa îro (07.08.2019) de bi muwekîlê me rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiriye.”