Olûç: Li dijî Kurdan ‘hiqûqa dijminatiyê‘ tê kirin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku li dijî partiya wan HDP’ê û Kurdan “hiqûqa dijminatiyê” tê kirin û muxalefet jî vê ji nedîtî ve tê û desthilatê qanûn û hiqûqê ji xwe re kiriye amûra gefxwarinê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser karesata kana komirê ya li Bartinê û got: “Dîsa wek her gavê êşê karkerên madenê dît. Heke tevdîrên pêwîst bihatana girtin û kontrolên qanûnî bihatana kirin, dê ev karesat nebûya. Li holê plana qederê nîne, pir eşkere li holê plana desthilatê heye. Berpirsiyarê vê karesatê desthilat e. Di 9 mehên 2022’yan de li gorî raporên cînayetên kar, hezar 359 karkeran canê xwe ji dest daye. Ma gelo plana we ya qederê ev e? Ji roja ku desthilata AKP’ê hatiye ser kar û heta îro herî kêm hezar û 890 karkerên madenê canê xwe ji dest dane. Çima? Çimkî tevdîr nayên girtin û mixabin ji ber vê yekê em bi rewşek wiha re rûbirû dimînin. Karker bi pergalek mêtinger a hov re rûbirû dimînin û ev jî rê li ber mirinan vedike.”

BUDCEYA SALA 2023’YAN

Olûç bal kişand Teklîfa Qanûn Budçeya 2023’yan ku pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin û di teklîfê de dahat 3 trilyon 810 milyar e û lêçûyîn jî 4 trilyon 470 milyar tê dîtin. Olûç anî ziman ku di van reqaman de jî eşkere dibe ku budeç ji şer re tê veqtandin û wiha got: “Budçeya sala 2022’yan budçeya têkbirina îktidarê bû û wê budçeya 2023’yan bibe budceya xatirxwestina desthilatê.”

QANÛNA SANSÛRÊ

Olûç bal kişand ser “Qanûna Sansûrê” ku li Meclîsê bi dengên AKP-MHP’ê hatin erêkirin û got: “AKP-MHP dixwaze bi vê qanûnê hesabê hilbijartinê bike û dizî û talana ku dike veşêre.” Olûç anî ziman ku li dijî partiya wan HDP’ê û Kurdan “hiqûqa dijminatiyê” tê kirin û muxalefet jî vê ji nedîtî ve tê û desthilatê qanûn û hiqûqê ji xwe re kiriye amûra gefxwarinê.