Olûç: Tirkiye veguherî welatekî ku çeteyên xwe hene

Serokwekîlê koma HDP'ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye welatekî ku çeteyên xwe hene. Olûç ji bo kuştina Qasim Silêmanî jî got, "Metirsiyeke mezin e."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li navenda giştî ya partiyê der barê rojevê civîneke çapemeniyê pêk anî. Olûç pejirandina tezkereya Lîbyayê bi dengên AKP û MHP'ê weke gavek ji bo şer bi nav kir û got, "Mûxalefetê bi temamî helwest nîşan da, li hundir û derveyî meclîsê. Partiyên mûxalefetê hemû yên li meclîsê dengê 'na' bi kar anîn. Mûxalefeta civakî ya li derveyî meclısê jî bi biryar e û helwesta rêxistinên civakî 'na' ye. Ev tablo hemû vê yekê nîşan dide; tezkereya Lîbyayê tezkereyeke din a şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye."

'TIRKIYE VEGUHERÎ WELATEKÎ KU ÇETEYÊN XWE HEYE'

Olûç got, "Gelo wê artêşên ku di berdêla pereyan de şer dikin, wê lejyoner, wê çete biçin? Tirkiye êdî ji aliyê feraseteke desthilatdariyê ve tê birêvebirin ku xwedî leşkerên bi pereyan şer dikin û çeteyan e. Beriya niha ji Lîbyayê çete ber bi Sûriyeyê ve dihatin şandin, niha berevajî wê tê kirin. Em zanin ku ev yek wê di nava polîtîkaya hundir de rê li ber pirsgirêkên cidî veke. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Ev yek gaveke gelekî bi rîsk e."

'DYE'YÊ LI DIJÎ ÎRANÊ DEST BI ŞER KIRIYE'

 Olûç her wiha bal kişand ser kuştina Fermandarê Hêzên Qûdsê yê Îranê Qasim Silêman û anî ziman ku encamên vê yekê wê giran be. Olûç got, "Herêm dikele. Gotin û nêzîkatiya em amadekarên lîstikê ne şaş e. Ev desthilatdarî di pozîsyona piyonê vê lîstikê de ye. Pêşniyara me çi ye? Dîplomasî û muzakere bên xurtkirin, li şûna leşkerî Tirkiye jib o gavên çareseriya siyasî bêhtir bi însiyatîfê rabe." Olûç destnîşan kir ku DYE bi vê gavê re li dijî Îranê şer ragihandiye û ev yek gaveke gelekî metirsîdar e.

Olûç der barê rewşa aboriyê jî got, "Gavên aboriyê yên desthilatdariyê ne ew gav in ku jiyanê hêsan bike û enflasyonê û bêkariyê kêm bike. Desthilatdarî ji bo ev rewş neyê nîqaşkirin tezkereya Lîbyayê û nîqaşên der barê rojhilatê Derya Spî xiste rojevê."