Operasyon li wan doktoran hate kirin ku raporên qelp dane penaberan

Polîsên Yenwan opeerasyon li şebeyekeê kir, ji bo penaberên ku xwe li girava Samosê girtin neşînin Tirkiyê, ji bo pereyan raporên qelp hazir kirine. Di nav şebekeyê de doktor jî hene.

Penaberên ku ji bo bigihin Ewropaya Rojava ji welatên cuda têne Yewnanîstanê li vir dikevine destê rêxistinên sûc. Yekîtiya Ewropayê 2016'an bi rejîma Enqerê re peymanek danî û li gorî vê, penaberên ku di ser Tirkiyê re gihaştine Yewnanîstanê wê bihatana dersînorkirin.

Penaberên ku ji Tirkiyê derketin û xwe gihandine girava Samosê ji bo ku neyên dersînorkirin, diyar bû ku pere dane rêxistinên sûc. Şebekeya ku ji Adara îsal ve aktîf e û di nav de doktor, hemşîre û wergêr hene, ji bo ku penaber li giravê bimînin û wan neşînin Tirkiyê ji bo wan raporên qelp hazir kirine.

SERÊ RAPORÊ 500 EURO


Li gorî belgeyên ku bi çarçoweya operasyona polîsên Yewnan derketî holê, şebeke ji bo ku nexweşiyên penaberan biçespînin tehlîl û teşhîsên qelp kirine û serê raporekê 300-500 Euro ji wan standine. Di ber raporan de, ya ku şebekeyê dayî û serê şebekê doktorek e, meqamên Yewnanî ji bo demekê zehmetî kişandine ku penaberan dersînor bikin lê piştî lêhûrbûnê encam neguheriye û rapor bi kêr nehatine.

Hate gotin şebeke, bi pereyan ji Adarê û vir ve bi kêmanî 30 rapor hazir kiriye. Polîsan dema ku bi ser endamên şebekeyê de girtin 5500 Euro pere, kompîtir, lîsteyên penaberan û dosyayên tendiristiyê bi dest xistin.

Penaberên ku di ser Tirkiyê re bi rêya deryayê di 1,5 saetê de digihijin girava Samosê, piştî ku serlêdana penaberê dikin bi şertên grian têne hiştin. Halê hazir niha li giravê 3600 penaber hene û ji zerengiya kampê 6 caran zêdetir penaber dimînin.