Operasyona artêşa Tirk a li Licê didome

Operasyona artêşa Tirk a dagirker ku li Licê ya Amedê dabû destpêkirin di roja 3’an de dewam dike.

Operasyona ku artêşa Tirk li taxên Mizag, Barav û Kormik ên li bejahiya navçeya Licê ya Amedê dabû destpêkirin, di roja 3’an de dewam dike.

Tevgera Taybet ên Jendermen (JOH) û Tevgera Tabet ên Polîsan (POH) tevlî operasyonê bûne. Operasyon duh heta taxa Gokçe a dikeve navbera navçeyên Licê û Dêra Hênê de berfireh bibû.

Hate ragihandin ku operasyona leşkerî li taxa Spenî ya Peyîzavayê jî destpê kiriye.